1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mehek di ser êrîşên bombeyî re derbas bû, lê encam tune
Mehek di ser êrîşên bombeyî re derbas bû, lê encam tune,mehek,di,ser,êrîşên,bombeyî,re,derbas,bû,lê,encam,tune

Mehek di ser êrîşên bombeyî re derbas bû, lê encam tune

A+ A-

MÊRSÎN (DÎHA) – Mehek di ser êrîşên bombeyî yên li dijî avahiyên HDP'ê yên Mêrsîn û Edeneyê pêk hatin re derbas bû, lê hêj di aliyê lêpirsîn û dadê de tu gav û encam nehatiye bi destxistin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Selman Gunbat, diyar kir ku dixwazin êrîşkaran veşêrin û buyerê bincil bikin.

Di 18'ê Gulanê de li dijî avahiyên HDP'ê yên Mêrsîn û Edeneyê êrîşên bombeyî pêk hatin. Di êrîşan de 7 kes birîndar bûbûn. Li gel di ser êrîşan re mehek derbas bû, lê hêj tu encam nehatiye bidestxistin. Her çend êrîşkar di qeydên kamerayên MOBESE de hatin teyîtkirin û şahidên êrîşkaran hene jî ev belge û şahid li ber çavan nehatin girtin û der barê lêpirsîn û darizandinê de tu gav nehatine avêtin. Têkildarî geşedan û pêşketinên lêpirsîn û darizandinê de hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Selman Gunbat, diyar kir ku bi zanebûn lêkolîn nakin û naxwazin rastiyê ronî bikin.

‘Dixwazin ser êrîşê bincil bikin'

Gunbat, destnîşan kir ku partiya wan di xebatên hilbijartinê de gelek caran rastî êrîşan hatin û niha bi zanebûn der barê êrîşkaran û bûyerê de lekolîn nakin. Gunbat, anî ziman ku bi armanca komkujiyê li dijî avahiyên HDP'ê yên Edene û Mêrsînê êrîş hatin lidarxistin û bi zanebûn bûyer nayê lêkolînkirin û wiha got: "Hêj em û parêzer nikarin der barê lêpirsîn û darizandinê de bi dozger re hevditin bikin. Em nikarin dozê bişopînin. Ji ber ku dozger û rayedarên dadgehê dixwazin ser bûyerê bincil bikin û rastiyê veşêrin. Me bi awayekî fermî jî xwest em bi dozger re hevdîtin bikin. Lê dozger daxwaza me red kir."

Gunbat, daxuyand ku êrîşên bombeyî bi plan û zanebûn hatin kirin û ji ber vê yekê bi zanebûn naxwazin rastiyê ronî bikin. Gunbat, helwesta dozger û rayedarên dewletê jî rexne kir û da zanîn ku ev helwest li dijî zagon û hiqûqê ye.

Kuran: Dozger wekî bûyera edlî digire dest

Prz. Bedri Kuran jî da zanîn ku piştî bûyer pêk hat wan wekî parêzeran xwestin bi dozgeran re hevdîtinê bikin, lê dozgeran ev bûyer wekî bûyerek edlî girtine dest û nirxandine. Kuran, destnîşan kir ku çawa bûyer pêk hat diviya bû dozger û erkên dewletê pêwist bû bihatina cihê bûyerê, lê dozger nehatin cihê bûyerê û wekî bûyera edlî girtin dest. Dozger daxwaza me ya hevdîtinê jî red kir û diyar kir ku ew naxwaze nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin bike.

Kuran, fikarên xwe yên ji bo lêpirsînê jî anî ziman ku wiha got: "Em bi fikarin ku ev lêpirsîn encamê negire. Wekî maytapek biçûk teqiya be û bûyerek edlî be nêzîk dibe. Li gel der barê dozyayê de biryara veşarî heye jî em naveroka dosyayê ji çapemeniyê fêr dibin. Ev jî pir balkêş e."

(mae)