1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meheke berxwedana Kobanê: 419 çete hatin kuştin
Meheke berxwedana Kobanê: 419 çete hatin kuştin,meheke,berxwedana,kobanê,419,çete,hatin,kuştin

Meheke berxwedana Kobanê: 419 çete hatin kuştin

A+ A-

KOBANÊ 08.04.2014 11:31:31 Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Kobanê mehek li pey xwe hişt. Di nava mehekê de di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de 419 çete hatin kuştin, 10 hatin girtin û gelek cebilxane jî hate desteserkirin. Çeteyên ku ji herêmên rojavayê Helebê, Idlibê, Hema, Humis û Laziqiyê hatin gelek welatî qetil kirin. Li aliyê din di nava cebilxaneyên hatine bidestxistin de gelek tiştên ji Tirkiyê Erebîstana Suudî hatine jî, hatin dîtin. Di pevçûnan de 13 şervanên YPG/YPJ jî jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyan DAIŞ’ê piştî ku li herêma Ezazê têk çûn, herêma Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kirin û di 8’ê Adara 2014’an de dest bi êrîşan kirin.

Di 8’ê Adarê de çeteyan gundên Fiyonte, Bîr Kêtik û Evdik yên rojhilatê herêmê bi top û hawanan topbaran kirin. Di bersivdayîna şervanên YPG’ê de 4 çete li gundê Bîr Kino hatin kuştin. Di heman rojê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî otobusek rêwiyan kir û di encamê de jinek birîndar bû û zarokê wê jî jiyana xwe ji dest da.

Di 10’ê adara 2014’an de saet di 03.00’an de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî mala Fermandarê Tabûra Ehfed El-Resûl Ebu Sadiq a li bajaroka Sirrin ku 45 kîlometre dikeve başûrê Kobanê kirin. Di encama şerê ku derket de, Ebû –Sadiq, kurê wî û bi dehan endamên tabûrê hatin kuştin. Bajarok jî ket destê DAIŞ’ê.

TALAN Û KOÇBERÎ

Çeteyan piştre jî êrîşî embarên genim ên li derveyî bajarokê û herêmên Kobanê kirin. Di 11’ê Adarê de çeteyan bajaroka Şiyoxa Jorîn û pira Cerablus ku 40 kîlometre dikevin rojavayê Kobanê, bidest xistin. Çeteyan 2 welatî jî serjê kirin, her wiha 7 welatî jî bi hinceta ku têkiliya wan bi Artêşa Azad re heye, revandin. Di şer de 10 endamên hêzên opozîsyonê jî jiyana xwe ji dest dan û welatiyên herêmê dest bi koçberiyê kir.

CEPHET EL EKRAD BERSIV DA

Di 12’ê Adarê de çeteyan vê carê êrîşî wesayîteke sivîlan kirin û di encamê 2 jinên ji bajarokê Sirrîn hatin kuştin. Heman rojê Tugaya Cephet El-Ekrad li benzînxaneya herêma Qerekozak bi alîkariya hin komên opozîsyonê bersiva çeteyan dan û 15 ji wan kuştin. Di nava kuştiyan de emîrê bi navê Ebû-Mehemed Misrî jî hebû. Li aliyê din çeteyan jî 17 endamên Tabûra Cebanat a hêzên opozîsyonê ku di nava wan de fermandarê bi navê Şêx Hesen û cîgirê wî Şêx Îbrahîm jî hebûn, kuştin. 17 kes di goreke komî de hatin veşartin. Piştî pevçûnan çeteyên DAIŞ’ê ku windahî dan, li gundê El Cedidê ku 20 kîlomtere dikeve rojavayê Kobanê, bicîh bûn. Her wiha YPG sor kirin ku wê bikişînin nava şer.

Di 13’ê Adarê de çeteyan êrîşî embarên genim ên li derdora bajaroka Sirrîn ku dibin kontrola YPG, El-Ekrad û Ehrar El-Suriye de bûn, kirin. Di encama bersivdayînê de 35 çete hatin kuştin. Di 14’ê Adarê de li heman herêmê pevçûnan dom kirin û endamekî Lîwa Ehrar El-Reqa jiyana xwe ji dest da. Gelek çete jî hatin kuştin.

Di 15’ê Adarê de çeteyan êrîşî gundê Cib El-Ferec ê 25 kîlometre dikeve rojavayê herêma Kobanê kirin. Di heman rojê de ji sê aliyan ve dest bi êrîşên li dijî herêma Kobanê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de li gundên Mellûh El-Qemer û Susikê ku dikevîn rojhilatê Kobanê 16 çete, li başûrê herêma Kobanê jî 8 çeteyên ku dixwestin ji gundê Mitraz derbasî gundê Qelhîde bibin, hatin kuştin. Her wiha wesayîteke ku doçka li ser hebû hate rûxandin û çeteyên tê de hatin kuştin.

Di 16’ê Adarê de li derdora embarên genim 11 çete hatin kuştin. Di 17’ê Adarê de YPG’ê eşkere kir ku li herêma Qerekozak 40 çete hatine kuştin. Di 18’ê Adarê de nêzî 700 çete bi 12 otobûsan ji Lazkiyê anîn bajaroka Sirrîn. Di şerên li vê herêmê qewimîn de 70 çete hatin kuştin.

YPG’Ê SEFERBERÎ ÎLAN KIR

Piştî ku komên çete yên DAIŞ’ê hêzên xwe li herêmên rojava, başûr û rojhilatê Kobanê bicîh kirin û êrîş pêk anîn, YPG’ê jî di 18’ê Adarê de bi daxuyaniyekê seferberî îlan kir. Li ser vê bangê li tevahiya herêmê welatî û sazî ketin nava liv û tevgerê û piştgiriya YPG’ê kirin.

Di 19’ê Adarê de Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku di pevçûnên li rojavayê Herêma Kobanê derketine de 10 çete û 3 emîrên wan ên bi navê Ebû Yusuf El-Tenfîzî, Edhem El-Çaçanî û yekî ji Misrê ku navê wî nehat zanîn hatin kuştin. Dîsa wesayîteke ku doçka li ser hebû hate rûxandin. Di pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê otobusek ku ji Lubnanê dihat li herêma Minbicê bi rêwiyan re revand.

Di 21’ê Adarê de çeteyan otobusek bombebarkirî şandin herêma Kobanê û xwestin di pîrozbahiyên Newrozê de komkujiyê pêk bînin. Lê şervanên YPG’ê otobus bê bandor kirin.

Di 22’ê Adarê de di pevçûnên ku li gundên rojhilatê Kobanê derketin de 60 çete hatin kuştin, 10 hatin girtin û tangek hate rûxandin. Her wiha gelek cebilxane hate desteserkirin. Di pevçûnan de 9 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.

Di 23’ê Adarê de li gundê Aşme ku dikeve rojavayê Kobanê çeteyan xwestin bikevin gund û di encama bersivdayîna YPG’ê de 3 çete hatin kuştin. Her wiha 4 çeteyên ku di pevçûna 22’ê Adarê de birîndar bibûn, mirin. Di heman rojê de di pevçûnên herêmên rojhilat de jî 3 çete hatin kuştin, 2 wesayît hatin bêbandorkirin. Di heman rojê de çeteyan hêzên xwe ji bajaroka Cerablûsê vekişandin û di noqteyên hêzên rejîmê re derbasî herêmên Kobanê bûn. Li aliyê din dewleta Tirkiyê sînorên xwe ji çeteyan re vekirin.

BANGA JI BO HÊZÊN KURDISTANÎ

Di 24’ê Adarê de Fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên li ser herêmê, li dijî tevahiya Kurdan e û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku erka xwe ya dîrokî bicîh bînin. Li ser vê bangê gelek rêxist û partiyên kurd piştgiriya xwe nîşan da.

Di 25’ê Adarê de di pevçûnên li rojavayê Kobanê de 9 çete hatin kuştin. Di 26’ê Adarê de li gundê Xirab Eto ku dikeve rojavayê Kobanê 7, li gundên Bîr Kino, Celebê, Meluh E-Qemer ku dikevin rojhilatê Kobanê 5 çete hatin kuştin. Her wesayîtek hate rûxandin. Di pevçûnên êvariya heman rojê de li herêmên rojhilat û rojavayê Kobanê de 25 çete hatin kuştin. Wesayîteke ku doçka li ser hebû hate bêbandorkirin. Çeteyan jî gundên li rojavayê herêmê topbaran kirin.

Di 27’ê Adarê de çeteyan êrîşî herêmên rojhilatê Kobanê kirin û di encama bersivdayîna YPG’ê de 25 çete hatin kuştin. Di 28’ê Adarê de jî li rojhilatê Kobanê 2 çete hatin kuştin û wesayîtek hate rûxandin.

Di şeva 28’ê Adarê de çeteyan xwestin embarên genim ên bajaroka Sirrîn vala bikin û ji bo vê yekê 60 wesayît anîn. Lê YPG’ê bersiv da û çeteyek hate kuştin, wesayîtek hate rûxandin.

Di 29’ê Adarê de çeteyan xwestin ku ji gundê Xirab Eto derbasî gundê Zormixar bibin. Di encama bersivdayîna YPG’ê de 7 çete hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Di 30’ê Adarê de li rojhilat û rojavayê Kobanê de di encama pevçûnan de 5 çete hatin kuştin, wesayîteke leşkerî hate rûxandin. Heman rojê çeteyan hewl dan ku wesayîteke bombebarkirî derbasî gundê Ebu-Sirrî ku dikeve rojhilatê Kobanê bikin. Lê hêzên YPG’ê wesayît bêbandor kir.

Di 31’ê Adarê de çeteyan xwestin ji aliyê rojhilat ve bikevin herêma Kobanê, lê YPG’ê bersiv da û 8 çete hatin kuştin.

Di 3’yê Nîsanê de çeteyan saet di 22.30’an de êrîşî gundên Beyaza û Zormixar ên dikevin rojavayê herêmê kirin. Di encama bersivdayîna YPG’ê de 35 çeteyên ku di nava wan de emîrê bi navê Ebû-Ducan jî hebû, hatin kuştin. Her wiha di nava kuştiyan de kesê bi navê Fazil Ibin Ebû Enter ê ji gundê Xirab Eto ku hate gotin berpisyarê gelek komkujiyên li hemberî endamên Artêşa Azad li bajaroka Şiyox pêk hatibûn e, dîsa Şêx Ebdurrehman Yemenî ku berpirsyarê girtîgeha çeteyan e û girtî serjê dikirin, her wiha kesên bi navê Ebûbekir Misrî û Ebû Xalid El-Cizrawî jî hebûn.

Di van pevçûnan de şervaneke YPJ’ê jiyana xwe ji dest da.

Çeteyan ku êrîşên xwe domandin, di 5’ê Nîsanê de top avêtin gundê Aşma yê girêdayî navçeya Pirsûsê ya bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê ketin.

Di 6’ê Nîsanê de çeteyan êrîşî gundê Girê Sor ê li rojhilatê Kobanê kirin. Di encama bersivdayîna YPG’ê de 2 çete hatin kuştin. Di heman rojê de li gundê Kendalê 6 çete hatin kuştin.

DELÎLÊN NÎŞAN DIDIN KU EREBÎSTANA SIÛDÎ Û TIRKIYE DESTEKA ÇETEYAN DIKIN

Li aliyê din, di van şeran de delîlên ku nîşan didin dewletên wekî Erebîstana Suudî û Tirkiye pişgtiriya çeteyan dikin jî derketin holê. Erebîstanê DAIŞ wekî “rêxistina terorîst” îlan kir, lê li gel çeteyan madeyên alîkariyê yên ji Suudî hatibûn, hatin dîtin. Çeteyên ku welatiyê bi navê Mehemed Seîd ê ji gundê Toraman kuştin, bi betaniya ku ala Erebîstanê li ser hebû pêçan û şandin mala wî. Her wiha di nava cebilxaneyên ku YPG’ê desteser kirine de, mohrên Tirkiyê hatin dîtin.

Dîsa hinek malperên Azerbaycanê diyar kirin ku di pevçûnên 22’ê Adarê de 12 çeteyên ji Azerbaycanê hatine kuştin.