Mehmet Ezer ji beşa lezgîn derxistin
12:05 28.03.2014
AMED (DÎHA) - Mehmet Ezerê ku li Silîvanê bi kapsula bombeya gazê ya ku polîsan avêtibû birîndar bû îro di saetên sibehê de ji beşa lezgîn derxistin û birin odeya normal ya nexweşan.
Li navçeya Sîlvana Amedê di 29 Adarê de piştî mitînga BDPD'ê bûyer derketin û Mehmet Ezerê 10 salî bi kapsula bombeya gazê ya ku polîsan avêtî birîndar bû dermankirina wî berewam dike. Ezerê ku di beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Tibê ya Dîcleyê dihat ragirtin, ji beş lezgîn hat derxistin û birin odeya normal a nexweşan. Ezerê ku rewşa wî giran û 3 roj bû di beşa lezgîn de di hat girtin îro di saetên sibê de dibin kontrola bijîjkan de ji beşa lezgîn hat derxistin û birin odeya nexweşan. Hat ragihandin ku Ezerê ku serê wî şikestî bû tedawiya wî berdewam dike û rewşa wî ber bi baş bûnê ve diçe.
(mb/my)