1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Mehmet meşa bi serbilindî nîşanî min da - VÎDEO
Mehmet meşa bi serbilindî nîşanî min da - VÎDEO,mehmet,meşa,bi,serbilindî,nîşanî,min,da,vîdeo

Mehmet meşa bi serbilindî nîşanî min da - VÎDEO

Xwişka Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç gerîla Silav Botan got, "Mehmet ne tenê kekê min bû, di heman demê de hevrêyê min bû. Ew bi çanda berxwedanê ya Botanê re bûbû yek."

A+ A-

BEHDÎNAN / ANF - AMARA ROJBÎN / BESÊ PÊLÎN


VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=RUupgNEa4LU

Xwişka Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç gerîla Silav Botan got, "Mehmet ne tenê kekê min bû, di heman demê de hevrêyê min bû. Ew bi çanda berxwedanê ya Botanê re bûbû yek."

Xwişka Hevserokê Meclîsa Gel a Botanê Mehmet Tûnç ê di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest da gerîla Silav Botan, qala kekê xwe kir.

Botan da xuyakirin Tûnç ji kek wêdetir mîna hevrêyekî wê bû û got, "Mehmet ji bo min di destpêkê de hevrê bû, piştre kekê min bû. Ji ber ku dema em bi hev re bûn, bi giranî em li ser xizmeta ji bo welêt kûr dibûn. Lewma ji bo min hevrêyek bû. Ji ber ku armanca û rêya mek yek bû ji min re timî digot, 'tû hevrêya min e'. Ez hînê 13 salî bûm, li ser bingeha azadiyê ez mezin dikir."

Botan diyar kir, kekê wê Mehmet li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî jinê dibû û got, "3 kekên min hebûn. Qet ji bîra min naçe. Rojekê di navbera herdu kekên min Orhan û Mehmet de nîqaş derket. Di vê nîqaşê de Mehmet ji Orhan re got, 'Divê em zîhniyeta serdest a mêr a 5000 salî hilweşînin û nêzîkatiya xwe ya li jinê biguherînin. Jin civak bi xwe ye. Ew nebûna em jî nedibûn."

'MEŞA BI SERBILINDÎ HÎNÎ MIN KIR'

Silav Botan axaftina xwe wiha dewam kir: "Rojekê dema bi Mehmet re dimeşiyam, tiştekî bala wî kişand, li min vegeriya û got, 'Dema tu di rê de dimeşe, çima serê te berjêr e?' Min nizanîbûm çi bersivê bidim wî. Min jê re got, 'Na ez bi serberjêrî nameşim'. Wî jî got, 'Na serê te berjêr e. Divê ti jin bi serberjêrî nemeşe. Eger yek hebe di nava civakê de divê bi serbilindî bimeşe, ew jî hûn jin in. Divê tu jî bi wî rengî be. Bi serbilindî bimeşe'. Timî ji min re digot, 'Tu jin e û di nava civakê de ya herî serbilind tu ye'. Felsefeya 'jin civak e û azadiya civakê ye' ya Rêberê me her tim ji min re vedigot. Ez jî êdî li ku dibe bila bibe, bi serbilindî meşiyam."

'MEHMET DILSOZÊ AX, ZIMAN Û ÇANDA XWE BÛ'

Gerîla Botan da zanîn, ku Tûnç ji plana valakirin û şewitandina gundan a dewleta Tirk re şahidî kiribû, lewma li hemberî vê yekê gelekî bi hêrs bû û destnîşa kir, Mehmet Dilsozê axa xwe bû. Botan got, "Hêrsa destpêkê ya Mehmet a li hemberî dijmin, di dema şewitandina mala me ya li gund de derket holê. Ji ber ku dilsoziya wî ya bi axa xwe re gelekî cuda bû. Ji ber vê yekê di dilê wî de ji bo axa xwe her tim hesta tolhildana ji dijmin hebû. Min ev yek didît. Piştî ku ez hatim qadên gerîla nivîseke wî ketibû destê min û qet ji bîra min naçe. Di wê nivîsê de wiha digot: 'Ez çiqasî hewl bidim ji te re qala welat bikim jî, ez ê nikaribim vebêjim. Ez li vir dijîn û ancax dikarim bi evîna welêt bijîm." Botan da zanîn, girêdaneke cuda ya Mehmet Tûnç bi axa xwe re hebû û destnîşan kir, ku ew mirovekî bi ax, ziman û çanda xwe ve dilsoz bû.

'EZ ZAROKÊ WELATÊ XWE ME'

Botan diyar kir, Mehmet bi sekin û hebûna xwe re nîşan da ku her kêliya jiyana xwe mîna milîtanekî jiya ye û qala diyalogek navbera Tûnç û diya wan de kir: "Tiştekî din ê ji bîra min naçe: Ji diya min re timî digot, 'Ez ne aydî we me, ez zarokê vê dozê me. Ez zarokê vî welatî me. Ne tenê li we divê ez li tevahiya welêt bifikirim.' Mehmet Tûnç jiyana xwe timî li ser vê bingehê derbas kir. Hewl dida me jî bi vî rengî mezin bike."

'ÊŞÊN ME HÊVIYEKE AZADIYÊ NE'

Botan a ku bîranînên xwe yên bi Tûnç re qet ji bîr nake axaftina xwe wiha dewam kir: "Di destpêka sala 2010'an de de bû, hevalekî me yê bi navê Yahya Menekşe ji aliyê dijmin ve hat qetilkirin. Polîsan li nava kolanê, bi wesayîta xwe Yahya Menekşe qetil kirin. Bi rengekî li dijî mirovahiyê qetil kirin. Vê bûyerê bandor li min kiribû. Û ji nişka ve ez ketim nava nêrîn û kûrbûna 'em çima tên kuştin. Ji ber ku em Kurd in ev tên serê me. Em çima Kurd in?' Dema min ji xwe ev pirs dikir, kekê min Mehmet jî li cem min bû. Û wî ji min re got, 'Baş e ku em Kurd in û divê em bi Kurdbûna xwe re serbilind bin. Careke din tiştekî bi vî rengî nebêje. Ji ber ku êşên em dikişînin, hemû hêviyên azadiyê ne'. Min jî hingî fêm kir ku êşên me hêviya azadiyê ne."

'JI MIN RE GOTIBÛ 'BIBE ŞOPDARÊ BÊRÎVANAN', EW BI XWE BÛ ŞOPDARÊ WAN'

Botan anî ziman, ku Tûnç timî jê re digot divê weke Bêrîvanan bijî û got, "Dema ez hatim nava refên têkoşîna azadiyê, min dixwest wasiyeta wî bi cih bînim. Gotina wî ya 'Mîna Bêrîvanan bijî' her tim di guhê min de bû. Ez jî li ser vê bingehê tevlî bûm û min xwest ji bo gelê xwe û Rêber APo bibim bersiv. Ji min re digot, 'Bibe şopdarê Bêrîvanan', lê ew bi xwe bû şopdarên wan."

Botan destnîşan kir ku ew hevrêya Mehmet Tûnç e û got, "Çawa ku Mehmet di gotina xwe ya dawî de got, 'Çawa ku Mazlûman, Kemalan li pêşberî Esadan serî netewandin, em ê jî li pêşberî Erdogan serî netewînin', em ê jî bibin şopdarên wî. Mehmet ji bo me bû xetek e. Em ê jî li ser bingeha xeta wî bimeşin. Ez jî hem weke xwişka wî hem jî weke hevrêyê wî, bi mezinkirina têkoşîna wî ez ê bi bîranîna wî re dilsoz bim. Bi xwedîderketina li yên mîna Mehmet re ez ê wezîfeya xwe ya şoreşgeriyê bi cih bînim." Botan bang li her kesî kir ku li ber AKP û çeteyên wî serî netewînin.