Mehrîcana Wêje û Hunera Jina Rojava bidawî bû
06.03.2016 08:44 Çand û Huner, Sernûçe
QAMIŞLO – Yekemîn Mehrîcana Wêje û Hunerê ya Jina Rojava bi xelatkirina jinên xwedî berhem û karê hunerî û wêjeyî yê herî baş bidawî bû.
Desteya Jin a Kantona Cizîrê bi alîkariya Desteya Çandê bi dirûşmeya “Bi hunera jinê em ê jiyanê jinûve bixemilînin” Yekemîn Mehrîcana Wêje û Hunerê ya Jina Rojava bi beşdariyeke berfireh li Navenda Çand û Huner a Mihemed a bajarê Qamişlo organîze kir. Mehrîcan di 2’yê Adarê de destpê kir û 4 rojan li pey hev dewam kir.
Di roja dawî ya mehrîcanê de kesên ku bi berhemên xwe beşdar bûne hatin xelatkirin û ji bo hersê kar û berhemên hunerî û wêjeyî yên herî baş diyarî hatin dayîn.
Di vê merasîmê de Seroka Desteya Jin Emîna Umer, Cîgira wê Elîzabêt Gawriyê, Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, Endama Polîtburoya Desteya Niştîmanî ya Erebî Xensaa El-Hemûd û sedan jinên bajarên kantona Cizîrê amade bûn.
QMS-BIDAWIKIRENA-VESTIVALA-JINAN3
Piştî deqeya rêzgirtinê Seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid axivî û Roja Jina Kedkar a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir.
Piştî axaftina Xalid, Koma Şehîd Sakîne Cansiz a girêdayî Navenda Mihemed Şêxo û Koma Şehîd Berçem a girêdayî Navend Çand û Huner a bajarê Dirêbsiyê çend ji stranên xwe pêşkêş kirin.
Paşê Lemha Ebdullah ku ew jî beşdarî mehrîcanê bûye derbarê berxwedaniya jina azad ku girêdana wê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah ve helbestek xwend.
Piştî vê yekê peyamên pîrozkirinê ku ji aliyê Desteya Jin, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê û Kongreya Star hatibûn şandin, hatin xwendin.
Piştre kartên pîrozbahiyê ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hatibûn nivîsandin li beşdarên mehrîcanê ku hejmara wan 92 jin e hatin belavkirin. Di nava beşdaran de Meryem Remo û Rohat Xelîl wekî kesên herî serkeftî yên xebatên wêje û huner hatin xelatkirin.
QMS-BIDAWIKIRENA-VESTIVALA-JINAN1
Piştre ji bo her beşekî jî diyarî hatin dayîn. Ji bo beşê helbestê Remziya Remezan asta yekemîn, Wela El-Axa asta duyemîn û Zeyneb Xoca asta sêyemîn girtin.
Di beşê resim de Norşîn Hesen asta yekemîn, Rewan Xelîl asta duyemîn û Berxwedan Mişo asta sêyemîn girtin.
Di beşê karên bi destan de Cîhan Ebdulxefûr asta yekemîn, Şêrîn Qasim asta duyemîn û Qetriya Hisên asta sêyemîn bidest xist.
Di beşê şano de Zinarîn Diyar asta yekemîn, Fatma Ehmed asta duyemîn û Leyla Saroxan asta sêyemîn cih girt.
Di beşê çîrokê de Kewer Mardînî asta yekemîn, Fatim Adil asta duyemîn û Edla Beşrî Ebdullah asta sêyemîn girt.
Di beşê gotarê de Yasmîn Tehlo asta yekemîn, Leyla Cemal asta duyemîn û Şêraz Hemo asta sêyemîn cih girt.
Xelata dayîkan jî Sûhad Mustefa girt û ji bo Saziya Malbatên Şehîdan diyarekî hat pêşkêşkirin. Di dawiyê mehrîcanê de Remziya Remezan li ser têkoşera Kurd Arîn Mîrkan ku li Girê Miştenûrê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê sekinî û bi cesareteke mezin çalakiya fedayî kir, pêşkêş kir.
(he)
ANHA