Mehê 3 hezar kes vedigerin Kobanê
KOBANÊ 27.05.2014 09:12:52 Vegera welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku koçberî Başûr û Bakurê Kurdistanê kiribûn didome. Mehane di navbera 2 hezar û 500 heya 3 hezar welatî ji deriyê sînor ê Kobanê ku heftane 2 rojan vedibe, vedigerin malê.
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji bo kar di demên dawiyê de koçberî Başûr û Bakurê Kurdistanê kiribûn ji ber dan û standina kirêt, zehmetiyên kar, mehaneyên kêm, kontrolkirina xwediyên karan ji karkeran re û xebitandina wan bi seatên dirêj beramberî buhayên kêm û erzan, vedigerin welat.
Li gorî agahiyên ku ji çavdêrê (berpirsiyar- Muşrif) deriyê sînor ê aliyê Rojava Dara Xelîl hatin girtin, Mehane nêzî 2 hezar û 500 heya 3 hezar kes ji welatiyên Kobanê di deriyê sînor ê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê ku di rojên duşem û pêncşeman de vedibe re vedigerin herêmê.
Xelîl, da zanîn ku vegera welatiyên Kobanê ji herêma xwe re di demên dawiyê de ji ber zehmetiyên ku li bajarên bakurê Kurdistanê û Turkiyê di peydakirina kar de dibînin û piştî ku bi xwe teqez kirin ku idiyayên hebûna derfetên kar li wan herêman derewin û bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên wê tên belavkirin, zêde dibe.