1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Mela"yên DAÎŞî li girtîgehê ders didine zarokan
"Mela"yên DAÎŞî li girtîgehê ders didine zarokan,mela,yên,daîşî,li,girtîgehê,ders,didine,zarokan

"Mela"yên DAÎŞî li girtîgehê ders didine zarokan

A+ A-

WAN (DÎHA) - Rayedarên Girtîgeha Tîpa M a Wanê ku bi îşkenceya li diji zarokan û propagandana DAIŞ'ê kirinê ve hatibû rojevê anîn ziman ku bi awayeke sîstematîk dersa ol didin zarokan, mele ji ber tu di weazan de baweriyên din paşguh dikin bi zarokan re nîqaş dikin.

Rayedarên Girtîgeha Tîpa M a Wanê ku me bi telefonê xwe gihand der barê îşkence, tacîz û muameleya xirab a li dijî zarokên girtî û bi din navê kursê de propagandaya DAIŞ'ê diyar kirin ku bi awayeke sistematîk dersa olî ji bo zarokan tê dayîn mele jî ji bo ku di weazan de zarokên ji baweriyên cuda paşguh dikin nîqaş dikin.Li gorî îdiayên zarokên girtî jî rayedarên girtîgehê her çiqas îdiayan qebûl nakin jî dayîn perwerdehiya olî qebûl kirin. Rayedarên girtîgehê destnîşan kirin ku meleyên ku weaz didin jibilî ola îslamî olên din nebaş nîşan didin û dersa olî ji ber pêdiviyê derketiye holê û ew meleyan jî ji Miftutiya Wanê dixwazin, zarokên li girtîgehê ji meleyê ku weaz dide pirsa "Zerduştî olekî çawa ye" bersiva "Zerduştî oleke heq nîne" daye û li ser vê yekê nîqaş derketiye. Rayedarên girtîgehê diyar kirin ku ev nîqaş ji ber ku zarokan gotina "em Zerduştî ne" bi kar anîne mezin bûye, nîqaşa di navbera zarok û meleyên weaz didin de derdikeve ji ber vê ye.

Mamoste ji Navenda Perwerdehiya Gel tên

Rayedarên girtîgehê bilêv kirin ku meleyên ku weaz didin ne bi rih in, piştî ku agahî tê erhevkirin meleyan digirin saziyê, dîsa kursa berber a ku zarokan qalê kirine jî wan amadekirine lê wekî ku tê îdiakirin yên ku li kursê dersê didin bi rih û cibe nînin, mamosteyên ku tên kursê ji aliyê Navenda Perwerdehiya Gel ve tên peywirdarkirin û qeydên hemû mamosteyên ku tên hene.

Rayedarên girtîgehê bûyera zarokê bi navê G.K. ê ku ji ber îşkence û tacîzan pirsgirêkên psîkolojîk jiyaye û ji bo bê dermankirin jî îdareya girtîgeyê gotiye "aqilê wî di ne cih de ye" jî nirxand û gotina wî ya "G.K. dema ku hat di şoqê de bû" jî wekî ku tiştên di bin çavan de hatibû serê G.K. piştrast dikir. Rayedaran gotin ku dema G.K. hatiye di şoqê de bûye lê polîsên ku ew anînê di rapora teslîm kirine de tiştekî ku hate darbkirin tunebû.

Têkîldarî sewqkirina G.K. a li Nexweşxaneya Ruh a Elezîzê jî rayedaran destnîşan kirin ku jiber ku rewşa wî nebaş bûye wan sewqî Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê kirine, ji wir zarok sewqî Elezîzê hatiye kirin û îdia kir ku niha rewşa G.K. baş e. Rayedaran têkîldarî rewşa zeroka keç a binavê R.K. jî anîn ziman ku pirsgirêkên wê yên psîkolojîk heye û tedawiya wê didome.

Rayedaran îdia kirin ku li girtîgehê binpêkirinên mafan nîne û bi destûra Wezareta Dadê xebatkarên çapemeniyê vexwend girtîgehê.

(sa)