Mele Bextiyar dozê li Rûdawê vedike
SİLÊMANÎ/ROJNEWS
Berpirsê desteya rêveber ê polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ji ber gotinên wî ji aliyê televizyona Rûdaw a nêzî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye berûvajî kirin, wê televizyonê dide dadgehê.
Duh Mele Bextiyar serdana sekreterê giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec kir. Televizyona Rûdaw jî gotinên Mele Bextiyar berevajî kir û belav kir. Di vê derbarê de şêwirmendê yasayî yê YNKê bêyî ku navê Rûdawê bêne diyar kir ku wê kanalê dûrî hemû berpirsyartiyên exlaqî, axaftinên heval Mele Bextiyar berevajî kiriye.
Şêwirmendê yasayî di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Heval Mele Bextiyar di axaftinên xwe dibêje, projeyên YNKê ji bo lihevkirinê ne. Lê wê kanalê wisa belav kiriye ku heval Mele Bextiyar qaşo gotiye, YNKê projeyên xwe rawestandiye.”
Di dawiya daxuyaniya nivîskî ya şêwirmendê yasayî yê YNKê de wiha tê gotin: “Em mafê xwe dibinin ku rê û rêbazên yasayî bikarbênin û li dadgeha dozê li wan vekin.”
(bm/rn)