1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Memed Öcalan: Teqtîqa xapandinê bikartînin
Memed Öcalan: Teqtîqa xapandinê bikartînin,memed,öcalan,teqtîqa,xapandinê,bikartînin

Memed Öcalan: Teqtîqa xapandinê bikartînin

Mehmet Ocalan: Birayê min, dema ciwan jiyana xwe ji dest didin derketina hevdîtinê însanî nabîne

A+ A-

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên "Tu asteng li pêşiya hevdîtina malbatê tunene" da û diyar kir ku di nava 15 mehan de tenê 2 caran destûra hevdîtinê dan. Ocalan têkildarî hevdîtina di 21'ê îlonê de pêk hate de agahî dan û wiha got: "Birayê min got, 'Li derve her roj 15-20 ciwan jiyana xwe ji dest didin derketima me ya hevdîtinê înasnî nîn e lê hûn hatin in. Heke dewlet çareseriyê bixweze li şina xapandin bila gavên çareseriyê bavêje. Projeyên me yên çareseriyê li pêşiya wan in. Lê takqîka xapandinê bikartînin. Her roj ciwan dimirin. Gelê me yê li kolanan diavêjin girtîgehan. 10 hezar mirova vala vala di girtîgehê de ne. Heke ji me tevkariyê dixwazin bila gavan bavêjin. Wê demê ez dê heta dawiyê alîkiriyê bikim. Lê heke armanca wan xapandin be ya ez bikim tuneye. Bila hemû kes karê xwe rêk û pêk bike.'"

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an de serlêdanên ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin bi hinceta "kêştî xerabeye", "rewşa hewayî", "kêştî di temîrê de ye", "Kêştî ji temîrê vegeriya lê belgeyên wê yên xebatê kêm in" û "Ji ber betlanaye fermî personel naxebitin" tên astengkirin. Serokwezîr Erdogan û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç îdîa kir ku tu tecrîd li ser malbata Ocalan tuneye û kengî dixwazin dikarin biçin hevdîtinê pêkbînin. Xwîşk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan têkildarî îdîayên Erdogan û Arinç de ji DÎHA'yê re daxuyanî dan û anîn ziman ku li ser birayê wan tecrîdekî giran tê meşandin û bi heman hincetê malbat û parêzerên wî jî tên astengkirin. Mehmet Ocalan, anî ziman ku 15 mehin tenê 2 caran bi birayê xwe re hevdîtin pêk anîn. Fatma Ocalan jî tu caran hevdîtin pêk neyna.

'Di dema 15, 20 ciwan jiyana xwe ji dest didin derketina me ya hevdîtinê însanî nîn e'

Mehmet Ocalan, da zanîn ku di pêvajoyekî gelek girîng re derbas dibin. Mehmet Ocalan, bilêv kir ku di cotmeha 2011'an de carekê û di 21'ê îlona 2012'an de jî carekê bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Ocalan, destnîşan kir ku hevdîtin mafê wan ê hefteyî ye û parêzer hemû hefteyan li ser navê malbatê ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin. Ocalan, diyar kir ku di nava 15 mehan de tenê 2 caran destûra hevdîtinê dan. Ocalan têkildarî hevdîtina dawî de wiha agahî dan: "Li ser daxwaza Selahattîn Demîrtaş û Wezareta Dadê ez birim giravê. Li wir ji min re gotin, birayê min naxwaze derbikeve hevdîtinê. Min jî diyar kir ku divê ez teqez bibînim. Li ser vê yekê mdirûê girtîgehê got, 'Tu dûr temaşe bike ez dê bi birayê te re bigerim rewşê bibîne.' Min jî erê kir. Dema ku midûr û birayê min di korîdorê de digeriyan, birayê min ez dîtim. Pişt re destûra hevdîtina me dan. Birayê min got, 'Derve her roj 15, 20 ciwan dimirin, di rewşekî wisa de derketina me ya hevdîtinê însanî nîn e. Lê hûn hatin, em hevdîtinê bikin. Heke dewlet çareseriyê bixwaze divê ji bo çareseriyê gavan bavêje. Projeyên me li ber wan in. Lê teqtîqa xapandinê bikartînin. Her roj ciwan dimirin. Gelê me yê li kolanan her roj tên girtin. 10 hezar mirov bêsûc di girtîgehan de ye. Heke ji me tevkariyê dixwazin bila gavan bavêjin, ez dê heta dawiyê piştgiriyê bidim. Lê heke armanca wan xapandin be ya ez bikim tuneye. Divê hemû kes karê xwe rêk û pêk bike.' Rewşa wi ya tenduristî baş bû. Lê yekemîn car min bi rû dît. Ew bi xwe jî li wir berxwedide."

'Bila hemû kes karê xwe tam bike2

Ocalan, anî ziman ku birayê wî teqez li hemberî PKK û BDP'ê bi bertek nîn e û ji devê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha hewok vegotin: "Bila hemû kes karê xwe tam bike. Heke PKK tiştekî dixwaze bike bila bike. Heke BDP dixwaze mitîngekê bike bila mitînga herî qelebalik bike. Bi çalakiyên biçûk çareserî pêknayê. Heke dewlet û hikûmet jî çareseriyê bixwazin bila rast nêzîk bibin. Li ser maseyên wan pêşniyarên me yên çareseriyê hene bila gavan bavêjin. Em dê riya navîn peyda bikin. Bila dest ji xapandinê berbidin. Çareserî ji aliyê wan ve hate xitimandin. Pişt re jî êrîşa Farqînê kirin hincet. Lê berî êrîşê çareserî ji aliyê hikûmetê ve hatibû xitimandin. Nexşeriya me û protokolên Osloyê li ber wan in. Tenê bila gavan bavêjin. Dê çareserî di demek gelek nêz de pêk bê." Ocalan, da zanîn ku birayê wî li hemberî mirinan gelek nerehet e û girtina 10 hezar kurdan qebûl nake. Ocalan, têkildarî daxuyaniyên Erdogan û Arinç ên "Li hemberî malbatê tu astengî tunene" jî wiha got: "Bila rast bin. Di nava 15 mehan de tenê 2 caran destûra hevdîtinê dan. Niha jî tu kes tu agahiyan nade me. Tu kesî ji bo hevdîtinê bang li me nekir. Serlêdanên parêzeran ên li ser navê me jî bi hincetên bêbingeh tên redkirin. Niha ez rabim biçim ez bawer nakim dê bi min re hevdîtinê bike. Ji ber ku ji bo çareseriyê tu gavên hatin avêtin tunene. Bila berê gavan bêvêjin pişt re rastiyan biaxivin. Ji ber helwesta parêzer, PKK û BDP'ê na ji ber ku ji bo çareseriyê gav nehatin avêtin derketina hevdîtinê rast nabîne. Dibêje 'însanî nîn e' Ji ber ku her roj leşker, polîs, gerîla 15-20 ciwan jiyana xwe ji dest didin û vê yekê qebûl nake. Girtina 10 hezar kurdên bêsûc qebûl nake."

'Ez di cihê ji 3-4 metrekare pêk tê tevkariyê nadinm çareseriyê'

Ocalan, bertek nîşanî çapemeniya dibêje birayê wî her tiştî ji bo xwe dixwaz da û têkildarî hevdîtina di 21'ê îlonê de bi birayê xwe re kir wiha agahî dan: "Birayê min got ew di cihê ji 3-4 metrekare pêk tê tevkariyê nikare bide çareseriyê. Ji bo xwe tu daxwazên wî tunene lê ji bo tevkariyê bide çareseriyê divê şertên wî bên başkirin. Heke dewlet bixwaze dê çareserî di demek gelek kin de pêk bê. Birayê min got, 'Na heke xapandin berdewam bike û her roj 15-20 ciwan bimirin, sala bê ev hejmar dê derbikeve sadan. Ez dixwazim pêşiya van bibirim.' Birayê min dixwaze pêşiya mirina bibire. Pirsgirêkekî kurd heye heke îro ev neyê çareserkirin dê sibê bi şiklekî din derbikeve holê." Ocalan, anî ziman ku texmîna wî ew e ku birayê wî dernakeve hevdîtinê û heke gav neyên avêtin hevdîtin pêk nayê. Ocalan, da zanîn ku çalakiyên greva birçîbûnê xevên malbata Ocalan ji holê rakirin û wiha pê axivî: "Mirovên me 58 rojin birçî ne. Heke çareseriyê bixwazin bila gavan bavêjin. Daxwaz gelek xwezayî û însanî ne. Ji bo wan bicih bînin tu pirsgirêk tunene. Dê tevkariyê bide çareseriyê. Wê demê ya ji dest me tê em jî dê bikin. Na heke tu gav neyên avêtin em dê wê demê çi bikin?"

'Hikûmet naxwaze, me nabin hevdîtinê'

Fatma Ocalan jî diyar kir ku ji 2'ê nîsana 2011'an hate niha bi birayê xwe re hevdîtê pêk nayene û têkildarî îdîayên Erdogan û Arinç de wiha got: "Ne parêzer û ne jî me dibin. Em dixwazin biçin. Tu kesî bang li me nekir. Serlêdanên parêzeran her tim ên redkirin. Mirovên me 58 rojin birçîne heyfe. Heke Erdogan ji bo çareseriyê gavan bavêje dê çi winda bike. Mirov dema rojekê rojiyê digire zoriyan dikêşe. Lê ev 58 rojin birçî ne. Hikûmet naxwaze me bibin hevdîtinê."

DİHA