Menuya kurdî di telefonên bêrîkande ye
ERCAN OZHAN
AGIRÎ (DÎHA) - Welatiyê bi navê Edîp Kaya, ji bo telefonên bêrîkan bernameya nivîskî ya bi kurdî amade kir.
Xwediyê Roj Îletişîm a bayiya telefonê Edîp Kaya aşkera kir ku bernameya nivîskî ya bi zimanê kurdî bi serkeftî tê ceribandin û wiha got: “Ev xebata her çendî xebateke ku dereng mayî be jî, ji bo gelê me di qada teknolojiyê de destpêkeke nû ye. Kaya di telefonên bêrîkan de bernameya nivîskî ya bi kurdî amade kir. Kaya, da zanîn ku di sala 2003’yan de şirketeke telefonê diyar kir ku di amûrên teknîkî de kurdî nayê bi karanîn, vê yekî gelekî bamdor li ser wî kir û wiha got:" Piştî min di nûçeyekê de xwend şirketekî kurdî wekî nasnekirî pênasekiribû, min hewl da ez serî li hin riyan bidim. Piştî min xebata xwe berfireh kir ez niha vê bernameyê li hemû telefonan bar dikim.
(aw/mae)