1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meqbûzên fermî kirin ên rêxistinê
Meqbûzên fermî kirin ên rêxistinê,meqbûzên,fermî,kirin,ên,rêxistinê

Meqbûzên fermî kirin ên rêxistinê

Meqbûzên fermî wekî meqbûzên rêxistinê hatin nîşandan

A+ A-

SERKAN KURT Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê polîsan bi ser avahiya BDP'ê û malan de girt û piştî serdegirtinan bi piranî rêveberên BDP'ê 20 kes hatin girtin. Di serdegirtina avahiya BDP'ê de meqbûzên fermî yên BDP'ê wekî "Meqbûzên rêxistinê" daxwaznameyên 4 daxwazên bingehîn yên kurdan wekî "belgeyên rexistinê" û kabloya ceyranê jî wekî "amûra bombeyê" hate nîşandan. Wekîlê Hevserokê BDP'a Mêrdînê M. Şaban Karataş, bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku ji ber ku ew bi darazek bi vî rengî tê darizandin şerm dike.

Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Mahsertê de polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girt û 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji 22 kesan 20 kes hatin girtin. Polîs û leşkeran de gelek belge û amûrên BDP'ê hatibûn desteserkirin. Di operasyona ku wekî "Operasyona KCK'ê" hate binavkirin li avahiya BDP'ê ya Mahsertê lêgerîn hate kirin. Di lêgerînê de rêveberên BDP'ê û Cemile Yaşar a 69 salî jî di navde 20 kes bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" û "Alîkarî bi rêxistinê re kirine" hatin binçavkirin. Piştî ji rêveberên BDP'ê 6 kes hatin girtin rêveberî vala ma.

Piştî girtina 20 kesên li Mahsertê di lêpirsinê de îdîayên balkêş derketin holê. Hem Walîtiya Mêrdîn di daxuyaniya xwe de û hem jî heyeta dadgehê di girtekên darizandinê de xebatên BDP'ê yên fermî wekî sûc îlan kirin. Heyeta dadgehê fîş û meqbûzên BDP'ê yên fermî wekî "9 heb meqbûzên aydî rêxistinê hatin dîtin." derbas kir. Dîsa hemû xebatmên BDP'ê wekî sûc hatin îlankirin. Di lêpirsinê de ji 20 kesên hatin girtin pirsên "Di nava rêveberên BDP'ê de kesên bi rêxistinê re têkiliya wan heye hene?", "Hûn rastî kesên xebatên dijzagonî dimeşînin hatin?" "Hûn li gundan rastî kesên li ser navê rêxistinê civînan dikin hatin ya na?" û "BDP'ê li ser navê meqbûzên fermî ji rêxistinêre pere kom kirine?" pirsîn.

Wekîlê Hevserokê BDP'a Mêrdînê M. Şaban Karataş, bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku ji ber ku ew bi darazek bi vî rengî tê darizandin şerm dike. Karataş, anî ziman ku 2 salin li Mahsertê rêxistina BDP'ê hatiye avakirin û ji bo ku kar li vir neyê meşandin li ser wan lîstik tên meşandin. Karakaş, da zanîn ku li navçeyê komkujiya siyasî pêk hatiye û îdîayên tên kirin li dijî zanist, zagon û mafên mirovan e. Karakaş, da zanîn ku di îdîayan de kabloya ceyranê jî wekî amûrên bombeyê nişan dan û ev li dijî rastiyê ye û wiha got: "Di lêpirsînê de daxwaznameyên ji bo makeqanûna nû jî wekî delîla sûc hatiye dîtin. Dixwazin hemû xebat û karê me îlegale bikin. Lê em ji ber vê helwesta darazê ji vê daraz û hiqûqê şerm dikin.

(mae)