1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Merasimên Laleşê hatin betalkirin
Merasimên Laleşê hatin betalkirin,merasimên,laleşê,hatin,betalkirin

Merasimên Laleşê hatin betalkirin

A+ A-

22:55 04.10.2013 1 / 2 HEWLER (DÎHA) - Merasimên olî yên ziyareta hecê ya Êzîdiyên Kurd îsal bi hinceta ewlehiyê hat betalkirin.

Meclisa Ruhanî ya Êzîdiyên kurd her sal di 6'ê Cotmehê de merasima olî ya ziyareta Hecê pêk tîne. Merasimên ku her sal di 6'ê Cotmehê de dest pê dike û hefteyekê berdewam dike. Merasimên olî ya Êzîdiyên Kurd îsal bi hinceta ewlehiyê hat betalkirin. Hat zanîn ku ev biryar piştî teqîna 29'ê Îlonê ya Hewlerê bi hinceta ewlehiyê hatiye stendin. Li gorî biryarê tê gotin ku li Herêma Federal a Kurdistanê elarima ewlehiyê berdewam dike û bi vê biryarê armanc dike ku girseya gel li hev kom nebe. Li gorî biryara Meclisa Ruhanî ya Kurdên Êzîdî, gel dê biçin meskenê Laleşê yê pîroz ziyaret bike, lê dê nikaribin merasima olî pêk bînin.

(mae)