Mertalên Zindî Gihaştin Qendîlê
QENDÎL - Bi sedan Mertalên Zindî ên ji navçeya Diyana ya Hewlêrê ber bi Qendîlê ve bi rê ketin, gihiştin gundên têne bombebarankirin.
Mertatên Zindî yên ku danê sibê ji Diyanayê bi rê ketin gihiştin gundên Qendîlê yên ji aliyê dewleta tirk hev têne bombebarankirin.
Îro danê sibê seat di 07.00'an de komek ciwan ên Mertalên Zindî ji bajarê Silêmanî bi meşê ber bi Qendîlê ve bi rê ketin. Ciwanên ku bi dirûşma ‘Şaxekan hebûn man a, gerîla îrademan e’ ( Çiya hebûna me ne, gerîla vîna me ne’ ketin ser rê, di meşê de bênavber dirûşmên ‘Qatîl Erdogan’, ‘Terorîst Erdogan’, ‘Ey dewletî Dagirker, ji Kurdistanê derkeve der’, ‘Bakûr, Başûr, Rojhilat, Yek Armanc û Yek Xebat’ gotin.
Her wiha dê îro jî li ber deriyê konsolosa tirk a li Hewlêrê jî çalakiyeke protestoyî were li darxistin. Hat diyarkirin ji bo çalakiya ku ji aliyê rêxistinên sivîl ên Başûrê Kurdistanê ve hatiye amadekirin, gelek bangewazî hatiye kirin. Her wiha hat ragihandin ku dê komek bi navê Mertalên Zindî ji Hewlêrê berê xwe bide çiyayên Qendîlê.
Bajarekî din ê ku nerazîbûnên xurt lê hene Dihok e. Li Dihokê duh bi hezaran kes li dijî êrişên dewleta Tirk meşek li dar xistin. Her wiha hat ragihandin ku dê îro komek bi navê Mertalê Zindî ji Dihokê berê xwe bide herêma Zapê ya ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta tirk ve tên bombebarankirin.