Mertalên zindî yên Licê: Hebûna me pêşiya mirinan digire
AMED (DÎHA) - Welatiyên li hemberî operasyona leşkerî ya li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê çalakiya mertalên zindî dane destpêkirin diyar kirin ku armanca wan a pêşiya mirinan bigirin û ev tişt anî ziman: "Hebûna me ya li vê derê pêşiya mirinan digire. Heta ku operasyon berdewam bikin em ê li vê derê bin û çalakiya xwe bidomînin."
Operasyona leşkerî ya li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê yên Amedê hatiye destpêkirin di roja 9'emîn de bênvaber didome. Welatiyê li herêmê dijîn ji bo pêşiya mirinan bigirin li çoltera gundê Hurê yê Hênê dest bi çalakiya mertalên zindî kirine û çalakiya wan her ku diçe berfirehtir dibe. Niha ji 7 salî heta 70 salî gelek welatî ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo bibin mertalên ber bi herêmê ve diçin û pêwîstiyên xwe bi awayekî komunal pêk tînin. Di çalakiyê de heta derengiya şevê li ber stranan govend digerînin, li ser pêvajoyê nîqaşan dimeşînin û bi dorê nobetê digirin. Xwarin û paqijiya derdorê bi hev re dikin û welatiyên li gundê derdorê dijîn xwarinên li malên xwe çêdikin li berxwedêran belav dikin.
'Ji bo pêşiya pevçûnan bigirin em hatin vir'
Welatiyê bi navê Murat Gerger ê ji bo bibe mertalê zindî ji Stenbolê hatiye got ku bi konsepta şer hewl didin vîna gel ji holê rakin. Gerger sedema çalakiya xwe jî bi van hevokan anî ziman: "Ji bo pevçûnan dernekevin em li vir in. Heke em rondikên çavên dayikan kêm bikin jî ev tê wateya ku em gihîştine armanca xwe. Ji ber em li vê derê ne ji her du aliyan kuştî çênabin. Armanca me ya sereke pêşiya mirinan bigirin."
'Gel encama şeran baş dizane'
Welatiyê bi navê Zekî Ergîn jî ji bo bibe mertalê zindî ji Stenbolê hatiye diyar kir ku armanca çalakiyê ji hêla her kesî ve tê zanîn û wiha axivî: "Ji bo berjewendiya hin kesan mafên gelan tê binpêkirin. Ji ber em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin hatin vir. Bi sedan salan e mafên gelên li ser ev xaka qedîm dijîn tê binpêkirin. Ji bo mafên me bi makeqanûnê were misogerkirin û mafê yê jiyanî neyê binpêkirin em li vir in."
Ergîn da zanîn ku ji bo pêşiya şer bigirin ew hatine herêmê û wiha pê de çû: "Li vî welatî bi sedan sal in şer heye û ev gel encamên van şeran baş dizane. Gel ji ber van tiştan baş zanin li ber xwe didin. Heke dewlet ev şerê qirêj bidomîne gel jî dê berxwedana xwe bidomîne."
'Heta operasyon hebin em ê li vir bin'
Welatiyê bi navê Şukru Oraşçi ji Mûşê hatiye anî ziman ku ji lîstika îktîdara şerxwaz têk bibin dest bi vê çalakiyê kirine û wiha got: "Piştî AKP textê îktîdarê ji destê wê çû konsepta şer xist dewrê. Bi vê yekê re operasyon û girtin dest pê kirin. Hewl didin tola hilbijartinê ji gelê kurd bigirin. Heta ku ev operasyon berdewam bikin dê ev çalakiya me jî bidome."
(wk)