Mesûd Barzanî jî tevlî civîna li Qeterê dibe
Beriya niha hatibû ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûye Emîratên Ereban lê armanca gera Barzanî esas çûna Qeterê ye.
Çapemeniya nêzîkî PDKê ev nûçe piştrast kir û ragihand ku dibe Mesûd Barzanî li Qeterê beşdarî civîna di derbarê Sûriye de bibe.
Li Qeterê civîna muxalifên Sûriye dewam dike, ku armanca wê berfirehkirina muxalefeta ku Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter, Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Îsraîl birêxistin, fînans û bi çek dikin e. Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton bi axaftina xwe ya beriya bi çend rojan sînyalên vê yekê dabûn.
Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû jî piştgirî dabû daxuyaniya Clintonê. Piştî van axavtinan muhalîfên Sûriyeyê ku di destpêkê de li Urdinê civiyan, niha jî civîna xwe li Qeterê didomînin.
Beriya bi çend rojan dema Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî çû welatê Emîratên Ereb, hatibû diyarkirin ku di rastiyê de di hedefa Barzanî de Qeter û ev civîn heye. Aşkere bû ku Barzanî ji nişka ve derbasî Qeterê bûye û li gorî nûçeyeke Kurdistan TV wê Mesûd Barzanî tevlî civîna muxalifên Sûriye bibe.
Tê xwestin ku beşdariya kurdan a di nav muxalefeta Sûriye de jî were sererastkirin û armanc ew me, hin partiyên wekî El Partî, Partiya Azadî, Partîya Yekîtîya Gelê Kurd a Suriyê yê di nav ENSKê de cih digrin bixin nav Konseya Netewî ya Sûriyeyê. Hêjayî gotinê ye, ev partî bi giranî nêzîkî PDKê ne û têkiliyên hinekan ji wan bi koma çeteyan a bi navê Tabûra Selaheddîn Eyûbî re ku li Efrîn û Helebê êrişî kurdan kirin re hene.
Ajansa Nûçeyan a Qeterê Qenae diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li paytexta Qeterê Dohayê ji aliyê Sserokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim Cebil El Sanî ve hatiye pêşwazî kirin.
Malpera Kurdistan TV jî di nûçeyeke xwe de belav kir ku dibe Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê serdana xwe de tevlî civîna taybet a li ser rewşa Sûriyeyê bibe.
ANF NEWS AGENCY