1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Metîn Lokumcu dê li Amedê bijî
Metîn Lokumcu dê li Amedê bijî,metîn,lokumcu,dê,li,amedê,bijî

Metîn Lokumcu dê li Amedê bijî

Navê Metîn Lokumcu dê li Amedê bijî

A+ A-

DÎCLE MUFTUOGLU Şaredariya Peyasê, navê Metîn Lokumcu yê ku beriya mitînga Serokwezîr Erdogan a Hopayê di mudaxeleya polîsan de jiyana xwe ji dest da li parqekê kir. Parqa malbata Lokumcu jî tevlî vekirina wê bibe dê di 13'yê tîrmehê de bi merasîmekê bê vekirin.

Şaredariya Peyasê, navê Metîn Lokumucu yê ku di 31'ê gulana 2011'an de beriya mitînga Serokwezîr Erdogan a Hopayê de HES şermezar kir de di mudaxeleya polîsan de bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest da li Amedê dide jiyîn. Şaredariya Peyasê navê Metîn Lokumcu li parqeya nû çêkir kir. Alîkarê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci, diyar kir ku li Amedê ji bo ku jiyanê zînde bigirin, xebatên hemû civakê fêde jê bigirin dikin. Avci, anî ziman ku li gorî plana îmarê armanca wan ew e ku 136 parqan çêbikin û heta niha 60 parq çêkirin.

'Me xwest ku gelê Deryaya Reş û Amedê li hev bînin'

Avci, da zanîn ku ew dê di 13'yê tîrmehê de bi konserekê vekirina parqa Metîn Lokumcu, Halîl Îbrahîm Oruç û Dorşîn bikin. Avci, bilêv kir ku Şaredariya Peyasê ji bo piştgiriyê bide jiyana civakî û bajarvaniyê parqan çêdike û wiha got: "Dema em wekî Şaredariya Peyasê vekirina parqekê û an jî xebeteke din dikin di serî de ji gelê Amedê û hemû nirxên gelê Anatoliyayê didin jiyîn. Em navên wan nirxan didin wan parqan û didin jiyîn. Nêzîkahiyekî me ya wisa heye. Em navê Metîn Lokumcu didin vê parqê û hem navê wî didin jiyîn û hem jî dixwazin gelê Deryaya Reş bi gelê Amedê re li hev bînin. Em ji ber ku ev proje nîşaneya gel bi hev re bijîn e gelek girîng e."

Malbata Oruç û Lokumcu dê kurdeleyê bibirin

Avci, destnîşan kir ku dê di heman rojê de Parqa Halîl Îbrahîm Oruç jî vebikin. Avci, bilêv kir ku H. Îbrahîm Oruç di şermezarkirina vetokirina YSK'ê de jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Em dê her du malbatan bînin cem hev û bi hev re wan parqan vebikin. Şaredariya Peyasê dê her tim navên kesên ji bo gelan jiyana xwe ji dest dan li qadan bide jiyîn û vê yekê weke deynekî mirovahiyê dibîne."

Avci, anî ziman ku qurdeleya parqan dê ji aliyê malbata Lokumcu û Oruç ve bên birîn. Avci, da zanîn ku ji bo birinê Egîtîm Sen, KESK, ODP û Malên Gel û partiyên siyasî dewet kirin.

(bd/mae)