Mexdur bertek nîşanî AFAD'ê dan
Mexdurên di konteyniren de dijîn bertek nîşanî AFAD'ê dan
Ligel bi ser erdhejên Wan zêdehî salek derbasbû hêj bi hezaran welatî di konteyniran de têkoşîna jiyanê didin. Mexdurên erdhejê yên ji aliyê AFAD’ê ve bi zorê dixwazin konteyniran de derbixin jî ji ber ku tu cihên wan ên biçinê tunene ji bo di konteynirê de bimînin berxwe didin. Ji mexdurên erdhejê Fezîle Kaymaz têkildarî mijdarê de axivî û wiha got: "Ev zarok dê di vê zivistanê de çi bikin. Weke henekan me dikin hewil didin ku me ji konteyniran derbixin."
Ligel zêdehî salek bi ser 2 erdhejên di sala 2011'an de li Wanê pêk hatin derbasbû pirsgirêkên mexdurên erdhejê berdewam dikin. Mexdurên erdhejê yên piştî erdhejê li konteyniran hatin bicihkirin zivistana duyemîn jî di konteyniran de derbas dikin. Welatiyên bi mehan di kon û bereqeyan de têkoşîna jiyanê dan piştî demekê hinek ji aliyê AFAD'ê ve li konteyniran hatibûn bicihkirin û pişt re welatiyên tapuyên wan heyîn li malên ji aliyê TOKÎ'yê ve hatin çêkirin bicihkirin. Welatiyên malên wan hilweşiyan û di kirayan de diman jî li holê man. Welatiyên li konteyniran dibinîn ên gelek ceyran û ava tê birîn jî ji aliyê AFAD'ê ve dixwazin ji konteyniran bên derxistin. Mexdurên erdhejê jî ji ber cihê wan ê ku bicinê tuneye li berxwe didin.
‘Ji ber ku tu careyên me yên din tunene em berxwe didin'
Welatî ji ber pirsgirêkên tên jiyîn û bêdengiya rayedaran bi gazinc in. Welatiyan bertek nîşanî gotinên rayedarên AFAD'ê yên "Hunê vir vala bikin" dan û anîn ziman ku ew serî li hemberî gefên AFAD'ê na tewînin û dê berxwe bidin. AFAD jî ji bo welatiyan ji konteyniran derbixe av û ceyrana wan dibire. Welatiyan, da zanîn ku heke ji konteyniran bên derxistin dê li kolana bibînin û wiha gotin: "Di vê sermayê de dê rewşa zarokan derve çawa be?" Jina bi navê Sevda As a ku di bajarê konteyniran de dijî axivî û wiha got: "Tu kesê me yê bi xebite tuneye. Em jî di van şertan de naxwazin bimînin. Her roj dibêjin hunê vala bikin. Em nizanin dê çibikin."
'Jin hêj bêtir mexdur in'
Jina bi nav navê Belkîza Bîlîcî jî diyar kir ku di odeya konteynirê de 13 kes dibînin û li şûna rayedar pirsgirêkan çareser bikin wan dixwazin ji konteyniran derbixin û careke din mexdur bikin. Bîlîcî, anî ziman ku her tim wan pirsgirêkên xwe anîn ziman lê heta niha tu kesî ew muhatab negirtin. Bîlîcî, xwest ku rayedar zextan na çareseriyê pêk bînin. Jina bi navê Kadriye Kahraman jî diyar kir ku hevserê wê naxebite û tu kes tuneye berê xwe bide wan û wiha got: "8 zarokên min hene. Ez her roj difikirim ku dê sibê çi bidim van zarokan. Lê niha dixwazim em ji konteyniran derbixin. Lê tu cihê me yê em biçinê tuneye. Sozên dan me bi cih neynan." Jina bi navê Fazîle Kaymaz jî wiha got: "Cihê em biçinê tuneye. Ez ji bo xwe tiştekî nabêjim lê di vê zivistanê de ev zarokê dê çi bikin. Weke henekan me dikin hewil didin ku me ji konteyniran derbixin."
(bd/mae)