Mexdurên erdhejê bersiva Atalay dan
Mexdurên erdhejê bersiva Atalay dan: Em hêj di bereqeyan de dijîn
ARÎF ASLAN Mexdurên di kon û bereqeyan de dijîn bertek nîşanî daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîr BeşÎr Atalay ên hemû pirsgirêkên bajar çareser kirin û hemû welatî di konteyniren de dijîn dan. Mexdurên erdhejê diyar kirin ku ew hêj di bereqeyan de di nav sir û seqemê de têkoşîna jiyanê didin.
Welatyên piştî erdhejên Wanê mexdur bûn hêj piranîna wan di kon û bereqeyan de dijîn. Lê ligel vê yekê Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalaya diyar kir ku pirsgirêkên bajar hemû hatin çareserkirin û mexdurên erdhejê bi konteniyran hatin cihkirin. Mexdurên erdhejê yên di kon û bereqeyan de dijîn bertek nîşanê daxuyaniya Atala dan. Jina bi navê Şacîde Nergîz a hêj di konê li Parqa Midûriyeta Çandê dijî diyar kir ku bi 2 zarokên xwe bi mehane di kon de têkoşîna jiyanê dide û wiha got: “Ez bi mehane di nav şertên gelek giran de di kon de têkoşîna jiyanê didim. Dema ku berf dihele ava tê bin kon. Cil şuştin, şerşo û firaq şiştin ji bo me gelek pirsgirêkên girîng in. Heke gotinên wezîr rast bin çima hêj em di bereqeyan de dijîn. Bila êdî bên halê me bibînin." Nergîz anî ziman ku bi deh hezaran kes wekî wê hêj di kon û bereqeyan de dijîn.
‘Ji ber qeyda min li Geverê ye alîkari nedan min'
Welatiyê bi navê Samî Yilmaz jî diyar kir ku ji ber di erdhejê de kargeha lê dixebitî hilweşiya bê kar ma. Yilmaz, anî ziman ku piştî erdhejê çû Geverê lê ji ber ku tu kar tunebû zarok û hevsera xwe li wir hişt çareke din vegeriya Wanê. Yilmaz, da zanîn ku hêj kon nedane wî dê çawa behsa konteynirê bike û wiha got: “Piştî erdhejê ez çûm Geverê li cem xizmên xwe. Piştî min li Geverê tu kar peyda nekir min zarok û hevsera xwe li wir hiştin ez vegeriya Wanê çareke in. 4 mehin ez betal im. Ez niha li cem donerciyekî rojê 15 TL dixebitim. Ez gelek caran ji bo kon çûm. Kon jî nedan min. Wezîr dêbije pirsgirêk bi dawî bûn. Ez li vir im. Betal û ji xwe re konekî peyda nakim di xebitim. Bila bê halê min bibîne."
Ji bo krediya KOSKEB'ê nedin esnafan di miştexul dikin
Esnafê bi navê Ridvan Bozkurt jî diyar kir ku hemû sozên hatin dayîn vala derketin û soza krediyan jî wisa bû. Bozkurt, anî ziman ku tenê ji bo Wanê soz hatin dan û hêj bi deh hezaran welatî di konan de dijîn. Bozkurt, da zanîn ku ji ber ku banqe krediyan taloq nakin û soza krediyan bicih nehat esnaf li ber îflasê ne. Welatiyê bi navê Fazil Yuksek jî diyar kir ku bi rojane li qehweya karkaran li benda kar e lê tu kar bi dest tuneye.
DÎHA (bd/ak)