1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mexdûrên Pozantiyê di hucreyê de ne
Mexdûrên Pozantiyê di hucreyê de ne,mexdûrên,pozantiyê,di,hucreyê,de,ne

Mexdûrên Pozantiyê di hucreyê de ne

2 zarokên mexdûrên Pozantiyê di hucreyê de ne

A+ A-

Melîha Gunduz Mêrsîn - Zarokên kurd ên bi navê P.E. û O.B. yên piştî di girtîgeha Pozantiyê de li rastî wehşeta tecawiz û îşkenceyê hatin, careke din hatin girtin. vê carê jî bi hinceta “Pêşengiya zarokên ketin greva birçîbûnê kirine” ew avêtin hucreya takekesî. Malbatan serî li ÎHD’ya Mêrsînê dan.

Hejmara zarokên Kurd ên piştî bûyerên tacîz, tecawiz û wehşeta Pozantiyê serbest hatin berdan, paşê hatin binçavkirin û girtin gihişt 30’an. Careke din wehşeta Pozantiyê tînin serê zarokên Kurd.

Zarokê bi navê P.E. yê 17 salî, ku li navçeya Toroslara Mêrsînê dijî û ji 18’ê îlonê ve bi hincetên “endamê rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hate girtin. P.E. li gel zarokê bi n avê O. B. Yê ku bi hinceta “endamê rêxistinê ye” 16’ê tebaxê li Mêrsînê hate girtin, avêtine hucreya takekesî ya Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrsînê.

Her du zarokên mexdûrên Pozantiyê ne, hat îdîakirin ku ji bo greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a 7 zarokan pêşengî kirine.

Haci Erbey ku çû serdana birayê xwe P.E. daxuyanî da ANF’ê û got: “Birayê min û hevalê wî avêtine hucreyek takekesî. Li rastî zext û heqaretan tên. Hatine rewşek wisa ku dikarin ziyanê bidin xwe. Birayê min da zanîn ku gardiyan ji wan re dibêjin ku ew dê me bibin cihên xirabtir û gef li wan dixwin. “ Erbey ji ber rewşa her du zarokan serî li Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê da.

Sekreterê Şaxa Mêrsînê ya ÎHD’ê Temîn Selmanoglû daxuyaniyek der barê mijarê de da û diyar kir ku ew ê ji bo van zarokan hewl bidin û got ku ew nikarin li hemberî vê yekê bê deng bimînin. Selmanoglû da zanîn ku careke din mexdûrên Pozantiyê ceza dikin û bi bîr xist ku ev zarok her tim tên binçavkirin û girtin.

Nûçegihana DÎHA’yê Ozlem Aguş ku wehşeta li Pozantiyê aşkere kir, hefteyên borî hate girtin. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bal kişand ku ligel Aguş, nûçegihanên wan Ferhat Arslan û Zeynep Kurîş jî hatin girtin û vê yekê weke “operasyona tolhildanê” bi nav kir.

ANF NEWS AGENCY