Mexmûrî: Bi tenê yên fermana komkujiyê didin hatin guhertin
Ji şêniyên Wargeha Mexmûrê Abdûrrahman Kaplan, Mahmût Yaman û Salîh Îke diyar kirin ku dewleta Tirk di şerê salên 1990'î de ti pîvan û exlaq nas nekiriye
MEXMÛR - DELÎL ZÎLAN / ANF Şêniyên wargeha Mexmûrê yên di salên 1990'î de li Bakurê Kurdistanê dijiyan, lê piştre neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin, der barê polîtîkayên şer ên AKP'ê yên piştî hilbijaritnên 7'ê Hezîranê de gotin, "Di salên 90'î de Kurdan ji ber ku dixwestin îspat bikin ku hene, rastî zilmê dihatin. Îro jî ji ber ku dixwzin sîstema xwe ava bikin rastî heman zilmê tên."
Abdûrrahman Kaplan, Mahmût Yaman û Salîh Îke yên niha li Wargeha Mexmûrê dijîn dan xuyakirin ku dewleta Tirk di şerê salên 1990'î de ti pîvan û exlaq nas nekiriye û li gorî ti peyman an jî hiqûqa navneteweyî tevnegeriya ye. Di wan salan de bi deh hezaran mirov bi zorê ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin. Li gorî qeydên fermî 17 hezar mirov bi kuştinên kiryar ne diyar hatin qetilkirin, 4 hezar gund hatin şewitandin.
'BI TENÊ YÊN FERMANA KOMKUJIYÊ DIDIN HATIN GUHERTIN'
Abdûrrahman Kaplan ê ji gundê Deryan ê Şirnexê, di mercên hovane yên salên 90'î de ji aliyê dewleta Tirk ve ji xaka xwe hat sirgûnkirin û neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike. Kaplan got, "Di salên 90'î de hêzên ewlekariyê yên taybet ên dewletê, di bin fermana Tansû Çîller de komkujî dikirin, îro jî di bin fermana Tayyîp Erdogan de heman tiştî dikin." Kaplan destnîşan kir ku di navbera şîdeta wan rojan û van rojan de ti cudahî nîne.
Kaplan got, "Wê demê leşkeran zozanên me, konên me, gundên me dişewitandin. Mihî û bizinên me bi xwe re dibirin. Em bi zorê ji gundê me derxistin. Ev ne çîrok in, rastiyên hatine jiyîn e, rastiyên bi serê me de hatine. Piştî ku gundê me hat şewitandin me koçî Şirnexe kirin. Wê demê hemû tîmên taybet, hêzên ewlekariyê yên taybet ên dewletê di bin fermana Çîller de komkujî dikirin. Dûre êrîşî Şirnexê jî kirin. Rêbazên xwe yên herî hovane bi kar anîn. Mirov li pêş mala xwe di nava rojê dekuştin, avêtin nava bîrên mirinê. Ya ku DAIŞ îro dike, dewleta Tirk hînê wê demê li me dikir. Dibe ku hin tişt nehatin dîtin, lê îro bûyerên qewimîne tên dîtin."
'ÇI REWŞA AWARTE ÇI HERÊMA LEŞKERÎ'
Kaplan diyar kir ku di wê demê de rewşa awarte hebû, lê niha herêma leşkerî yan jî herêma qedexe heye, ku heman pêkanîn e. Kaplan ragihand ku siyaseta dewletê ya li hemberî Kurdan ji salên 1990'î heta sala 2015'an neguheriye.
Kaplan da xuyakirin ku ya wi dê demê de bi navê Hîzbûllah dihat kirin, îro bi destê DAIŞ'ê tê kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi îstîsmarkirina ol re Kurd dixapandin. Ji ber ku Kurd civakeke oldar e, dema ol bi kar dianîn bi tesîr dibûn. Di bin navê ol de sîstema zilmê ava kirin. Ya dihat kirin talan û qirkirin bû. Wekî din di her demê de li her alî rewşa awarte dixistin meriyetê. Yanî qanûnên rewşa awarte derbasdar bûn. Niha jî dibêjin herêma qedexe, herêma leşkerî. Bi guhertina nav re heman pêkanîn xistin dewrê."
Kaplan bal kişand ser paraleliya polîtîkayên dewletê yên di navbera salên 90'î û îro de û destnîşan kir ku cudahiya yekane ew e; Kurd îro civakeke bêhtir rêxistinbûyî ye. Kaplan da zanîn ku cîhan guheriye û got, "Ewçend têkoşîn hat meşandin, zanebûn çêbû. Di sala 1992'an de li Şirnexê 55 saetan bê navber şer qewimî, gel li ber xwe da. Teslîmî dewletê nebû. Ji aliyê pêkanîn û kiryarên dewletê ve di navbera wê demê û îro de ti cudahî nîne. Cudahiya bi tenê zanebûn û rêxistinbûyîna gel e."
'WÊ CAREKE DIN TÊK BIÇIN'
Mahmût Yaman jî got, "Di sala 1991'ê de bi helîkopteran gule li gundê me reşandin. Bê teredût mirov qetil kirin. Îro jî li Farqînê, li Gimgimê, li gelek bajaran heman tişt kirin. Baş e çi cudahî di navbera salên 2015 û 90'î de maye?" destnîşan kir ku Kurd wê careke din nîşan bidin, li hemberî vê zilmê ti carî teslîm nabin.
Yaman der barê îdîayên li ser vegera li salên 90'î de got, "Gelo divê illehî bi hezaran mirov werin qetilklirin, bi hezaran gund werin şewitandin? Divê 17 hezar mirov bi kuştinên kiryar ne diyar werin qetilkirin? Ji bo mirov bêjin dema niha û salên 90'î weke hev in, gelo divê hejmara mirovên hatine qetilkirin bi qasî hev be?"
'KURDAN ŞERÊ VÎNÊ QEZENÇ KIRIN'
Salîh Îke yê ji Şirnexê ku di salên 90'î de ji ber gund û malên wan hatin şewitandin koçî Başûrê Kurdistanê kir got, "Di salên 90'î de Şirnex şewitandin, Cizîr şewitandin. Lê belê tevî ku rêxistinbûyîna me ewçend bi pêş neketibû jî, me dest ji rûmeta xwe, dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedan. Ya ku me dijî, daxwaza mafên herî rewa yên gelekî bi rûmet bû. Di berdêla vê de gundên me hatin şewitandin û valakirin. Lê belê Kurdan ti carî serî li ber zor û zextan netewandin. Dibe ku kurdan şerê vînê yê herî bi heybet ê dîrokê meşandin û di vî şerî de bi ser ketin."
'AQÛBETA ERDOGAN JÎ WÊ BIBE WEKE YA ÇÎLLER'
Îke anî ziman ku êrîşên rojên dawî yên dewleta AKP'ê li hemberî Bakurê Kurdistanê dimeşîne, wan rojan tîne bîra wan û ev xal destnîşan kir: "Li hemberî hovîtiya di wê demê de hat kirin, berxwedanên gelekî bi heybet hebûn. Kurdan xwe gihandinr ewşa gelekî rêxistinbûyî. Îro bi şêweyê mîlyonan li ber xwe didin. Lê belê ji AKP'ê ye; Kurd hînê civaka bê rêxistinî ya berî 30-40 salan e. Dibêje qey bi hovîtiyê re ew ê karibe teslîm bigire. Kurdan di wan salan de ji bo afirandina rêxistinbûyîna xwe û qebûlkirina hebûna xwe têkoşîn dimeşandin. Lê îro ji ber ku dixwaze sîstema xwe ava bikin rastî heman hovîtiyan tên û li hemberî van hovîtiyan têdikoş in. Lewma, eger bi xerakirina bajaran û êrîşên li dijî mirovahiyê re difikirin encamê werbigirin, hingî xwe dixapîne. Aqûbeta Erdogan û AKP'ê jî wê bibe mîna ya Çîller û DYP'ê."