MEYAD-DER'ê li Wanê bernameya bîranînê pêk anî
WAN (DÎHA) - Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê bi boneya endamên PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin, bernameya bîranînê pêk anî.
Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê bi boneya endamên PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin, li Salona Dahwetê ya Dîren bernameya bîranînê pêk anî. Di bernameyê de Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Hevserokên BDP'ê yên Wanê Figen Yaşar û Musa Îtah malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li salonê posterên endamên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin. Serokê Şaxa MEYA-DER'ê Îdrîs Şaybak, diyar kir ku ew şehidê demokrasiyê bi rûmet bibîr tînin û
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî diyar kir ku gelê kurd bi salan in ji bo azadiya xwe têkoşînê dide û bedelên giran dane. Gur, anî ziman ku gelê kurd ji bo mafê xwe û azadiya xwe bi hezaran şehîd dan û gundên wan hatin valakirin sirgûn bûn. Gur, da zanîn ku gelê kurd tu carî li hemberî zilmê serî hilnedan û her tim azadiya xwe parast û wiha got: "Heta ku Birêz Ocalan azad bibe û kurd mafê xwe bi destê xwe bikin dê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin."
Li ser navê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Rukiye Aslan jî wiha axivî: "Min di vê têkoşîna azadiyê de 3 zarokên xwe dan. Ez qet ne poşman im. Ji bo azadiya kurdistanê, azadiya gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan em dê her tiştê xwe bidin. Em dîsa piştgiriyê didin pirojaya Rêber Apo û em dê hat dawî li pişt wî bin."
Bername bi sînevizyon û xwarinê bi dawî bû.
(mae)