Meysa Ebdo: Divê Kobanê li dijî DAIŞ'ê bi tenê şer neke
NAVENDA NÛÇEYAN Ji fermandarên YPG/YPJ Meysa Ebdo ji rojnameya New York Times re nivîsand û destnîşan kir ku ji bo derba kuştinê li DAIŞ'ê bê xistin, ji hêzeke bisînor a pêşmergeyan bêtir pêwîstiyeke zêde heye. Ebdo got, "Eger şervanên me yên li cihên cuda yên Rojava karibin alîkariyê bidin me, wê derfetên lêdana derba kuştinê derkevin holê."
Ji fermandarên YPG/YPJ yên Kobanê Meysa Ebdo ji bo rojnameya The New York Times nivîsek bi sernavê "Divê Kobanê li dijî DAIŞ'ê bi tenê şer neke" nivîsand. Di nivîsa li malpera înternetê ya The New York Times de hat weşandin wiha ye:
"Divê Kobanê li dijî DAIŞ'ê bi tenê şer neke
Em weke gelê Kobanê, ji 15'ê Îlonê û vir ve, li dijî êrîşên Dewleta Îslamî ya weke DAIŞ'ê tê zanîn ên ji aliyê hejmar û çekan ve ji me mezintir e, li ber xwe didin.
DAIŞ'ê, tevî ku bi tank û maşînên zirxî yên DYA di meha bihurî de êrîşên giran kirin jî, nikare bajarê me têk bibe.
Em, parêzvanên civakeke laîk û demokratîk a Kurd, Ereb, Misilman û Xiristiyanan e, ku niha bi komkujiyeke gengaz re rû bi rû ne.
Berxwedana Kobanê ya ji gelek jinan ku di nava lîderên wan de ez jî heme, tevahiya civaka me xist nava tevgerê. Hevalên me yên li eniya pêş a şer têdikoş in, baş dizanin ku DAIŞ çi tîne serê jinan. Em ji bo mafê tevahiya jinên cîhanê şer dikin û li bendê ne ku hemû cîhan destekê bide me. Em ne li bendê ne ku bên û li gel me şer bikin (bêguman hatina wan wê me serbilind bike) lê belê em bang li jinên li gelemperiya cîhanê dikin, ku civaka xwe der barê doza me de agahdar bikn û li welatên lê ne zextê li hikûmetên xwe bikin ku alîkariyê bidin me.
Êrîşên Koalîsyonê yên li hemberî pozîsyonên DAIŞ'ê, sînor danî pêşiya dijmin ku çekên giran û tankê. Ji ber vê yekê em spas dikin. Lê belê me ev şer, heta 20'ê Cotmehê alîkariya ji hewayê, bêyî wergirtina alîkariyeke lojîstîk ji cîhana derve meşandin. Ji bo cebilxaneyên me neqedin, divê alîkariyên ji hewa dewam bikin.
Lê belê ev alîkarî rastiya ku çekên me li gorî yên DAIŞ'ê qels in, naguherîne.
Em ê ti carî dest jê bernedin, lê belê ji bo meşandina vî şerî û şerekî li gel koalîsyonê li hemberî DAIŞ'ê, ji kalaşnîkov û bombeyên destan wêdetir pêwîstiya me heye. Di rewşa heyî de, şervanên li herêmên din ên Kurdan ên Sûriyeyê, ji ber dijderketina Tirkiyeyê nikare çekên xwe yên giran bigihînin me.
Em li bendê bûn ku Tirkiye weke endamekî NATO'yê di nav koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih bigirta. Dikarîbû pêşî li şervanên me yên li kantonên din vekira û di ser Tirkiyeyê re ev alîkarî bi hêsanî bigihanda me.
Lê belê li şûna vê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, gelek caran aşkera kir ku ew şervanên me yên civakeke demokratîk û pirçandî diparêzin bi Dewleta Îslamî ya kujer re weke hev nîşan da. Sedema vê jî, pirsgirêka Kurd a li nava Tirkiyeyê bi xwe ye.
Enqereyê, di hefteya derbasbûyî de li pêşberî zextên navxweyî û derve aşkera kir ku ew ê destûrê bide komeke bisînor a Pêşmergeyan û şervanên Artêşa Azad a Sûriyeyê. Lê belê hînê destûrê nade derbasbûna hêzên me yên li Sûriyeyê û di mijara derbasbûnên din de bêyî bi me re bide û bistîne daxuyaniyan dide.
DAIŞ a li dijî me, bi qasî dixwaze çek, malzeme û cebilxaneyê peyda dike. Em ji her alî ve hatine dorpêçkirin. Li sê aliyan ji aliyê DAIŞ'ê li aliyê çaremîn jî ji aliyê tankên Tirk ve em hatine dorpêçkirin. Gelek delîl hene ku aliyê Tirk destûrê dide çeteyên DAIŞ'ê û malzemeyên wan ku di sînor re derbas bibin. Lê belê ev sînor li derbasbûna şervanên Kurd û alîkariyên ji bo Kobanê girtî ye.
Hikûmeta Tirkiyeyê, li dijî Kurdên li Sûriyeyê siyaseteke antî-Kurd dimeşîne û weke karê xwe yê destpêkê, ji holêrakirina tevgera azadiyê ya li Rojava dibîne. Dixwaze Kobanê têk biçe.
Wek Rojava em ti carî nebûn dijminê Tirkiyeyê. Em naxwazin Tirkiye bibe dijmin, lê bibe hevkar. Em di wê baweriyê de ne ku li şûna DAIŞ'ê, cîrantiya bi rêveberiya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê re, wê bêtir bi kêrî berjewendiyên Tirkiyeyê bê.
Hikûmetên Rojavayî, divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku ji bo derbasbûna çek û şervanên Kurd ên li Sûriyeyê, korîdorê veke. Li gorî me vekirina korîdorek di bin çavdêriya NY de wê ji derbasbûna hejmareke bisînor a Pêşmergeyan û şervanên din, girîngtir be.
Em îspat kir ku em yekane hêza bi bandor a li dijî Dewleta Îslamê şer dikin e. Di her kêliya ku di şert û mercên wekhev de em hatin pêşberî DAIŞ'ê, me her tim ew têk birin. Eger hîn bêtir çek û şevanên me yên li cihên din ên Rojava bên, em ê bibin xwedî derfetê ku derba kuştinê li DAIŞ'ê bixin. Ev derba DAIŞ li Rojava bixwe, wê bibe sedem ku li her cihî ev çete ji hev belav bibe.
Pêwîstiya gelê Kobanê bi eleqe û alîkariya cîhanê heye."