1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Mezitirîn metirsiya li ser Kurdî:
Mezitirîn metirsiya li ser Kurdî:,mezitirîn,metirsiya,li,ser,kurdî

Mezitirîn metirsiya li ser Kurdî:

A+ A-

Gelê Kurd ji sala 2006 ve roja 15’ê Gulanê wek roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Tê diyarkirin ku wê nîva 6 hezar zimanên ku pê tên axaftin heta nîva vê sedsalê tune bibin. Di cîhanek wiha de zimanê Kurdî bê statuyek fermî ye û Kurd di bin înkar û qedexeyan de îsal Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Kampanyayên vê dawiyê ji bo Kurdî pêk hatin, ji bo pêşxistina Kurdî pêşketinên girîng bi xwe re anîn. Lê dîsa jî Kurdî bi xwebişavtinê re rû bi rû ye.

Pêşî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006 roja 15’ê gulanê ango salvegera yekemîn kovara Hawar a ku bi tîpên latînî ên kurdî hatî nivîsandin, weke Cejna Zimanê Kurdî îlan kir. Di sala 2009 de jî rojên 14-15-16 weke rojên Cejna Zimanê Kurdî hatin îlankirin.

Çavkaniyên Kurdan diyar dikin ku li cîhanê 40 milyon Kurd hene. Her çiqas bixwazinê vê jimarê kêm bikin, bila kêm bikin, lê bi her awayî Kurd di cîhanê de neteweya herî mezin a bê dewlet e. Xaka ku Kurd li ser dijîn, bi qasî xaka Fransayê ye. Di warê demografîk de, ji gelek dewletên niha zêdetir in. Gelê Kurd yek ji kevnatirîn gelên landika şaristaniyê Mezopotamya ye. Bi hezaran sal in şer, komkujî, qirkirin, bişavtin û dagirkeriyê re rû bi rû ne, lê dîsa jî bi her awayî ziman û çanda xwe parastin.

MEZINTIRÎN GEFA LI SER ZIMANÊ KURDÎ DEWLETA TIRK E

Ji destpêka dîrokê heta niha mezintirîn gefa li ser Zimanê Kurdî “Komara Tirkiyeyê” bû. Kurdên ku di avakirina Komara Tirk de rolek bêhempa leyîstin, bi înkar û qirkirinan re rû bi rû man. Di sala 1925 bi xistina meriyetê ya Plana Şarq Îslahatê xwestin Kurdan bikin Tirk û Kurdan tune bikin. Ev polîtîkaya bişavtinê heta roja me ya îro jî berdewam dike. Polîtîkayên bi hişmendî û rêkûpêk tên meşandin nehişt zimanê Kurdî pêş bikeve, lê nekarî tune bike.

Kampanyayên di van salên dawiyê de ji bo li her qadê karanîna Kurdî, ji bo bibe zimanê fermî yê perwerdeyê hatibûn destpêkirin, di pêşketina Kurdî de rolek girîng leyîstin. Lê dîsa jî yek ji zaravayên Kurdî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Zimanzan diyar dikin ku çar an jî pênç zaravayên Kurdî hene. Kurmancî (Kurmanciya Jorîn), Soranî (Kurmanciya Jêrîn), Dimilkî (Zazakî), Goranî, Hewramî û Lorî. Lê Zazakî û Goranî di nava kategoriyekê de tên destnîşankirin. Her wiha gelek zimanzan Kelkhûrî, Hewramî û Kirmanşanî jî wek zaravayên cûda dihesibînin.

ZAZAKÎ DI METIRSIYÊ DE YE

Li gor atalasa UNESCO ya derbarê zimanê di metirsiyê de ku sala 2009 weşand; li Tirkiyeyê zimanên wek; Çerkezî û Zazakî bê ewle ne. UNESCO di Mijdara sala 1999 de 21’ê Reşemiyê wek Roja Zimanê Zikmakî îlan kir. Ev roj êdî ji salên 2000 ve tê pîrozkirin û ev yek jî ji bo ji bo jiyane pir-zimanî bû firsendek baş. Jixwe UNESCO dabû diyarkirin ku li cîhanê 6 hezar ziman hene û heta nîva vê sedsalê wê nîvê van zimana tune bibin.

Bi windabûna zimanê pê nehatî nivîsandin û nehatin belgekirin, tenê beşek ji dewlemendiya çandê winda nabe, ev zimanên ku winda bibin wê gelek şahidî û agahiyên dîrokî jî bi xwe re bibin. Nivîskarê di cîhanê de navdar ku bi eslê xwe Kurd e Yaşar Kemal di axaftinek ku di sala 2008 de kir de got; “Reng û bêhna her çandek heye. Ger em kulîlkek a cîhana xwe jê ve bikin, wê demê bêhnek a cîhana me jî tune dibe. Ev yek mirov ji mirovahiyê dûr dixîne. Mirovatiyek xwe spatî tenê rengek û bêhnekê, xwelî bi serê xwe de kiriye.”

TIŞTÊN JI BO ZINDÎMAYÎNA ZIMANEK BÊN KIRIN

Bi ya UNESCO, tiştên ku ji bo zimanek bêne kirin ev in; Derbaskirina ziman ji nifşek bo nifşek din, nêzîkahiyên civak û endamên civakê yên ji bo zimanê zikmakî, karanîna zimanê ya li cihên cûda û qadên taybet, polîtîkaya ziman a di asta hikûmet û sazimanî de, nêzîkahiya li ziman û karanîna wî, statûya fermî, belgekirin û asta wê, reaksiyona wê ya li hemberî çapemenî û qadên nû, hebûna meteriyalên perwerdeyê û perwerdeya zimên, jimara xwendevanan.”

KURDÎ DI VAN SALÊN DAWÎ DE PÊŞKETINÊN GIRÎNG BI DEST XISTIN

Di roja îroyîn de zimanê Kurdî tenê li Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî di perwerdeyê de tê karanîn. Lê li wê derê jî zaravayê Kurmanciya Jorîn û elfabeya kurdî ya latînî bi cûdakariyê re rû bi rû dimîne. Di van salên dawî de jî li Îranê zextên dijwar li ser Kurdî zêde bûn. Ji sala 1963 ve zimanê Kurdî li Sûriyeyê bûye qûrbanê polîtîkayên înkar û bişavtinê yên rejîm Beasê. Perwerdeya bi Kurdî li vî welatî jî qedexe ye. Lê tenê welatek bi awayek fermî Kurdî înkar dike heye; ew jî Tirkiye ye.

Bi kampanyayên van salên dawiyê ji bo Kurdî hatin destpêkirin, weşanên bi kurdî zêde bûn, bi vê yekê re xwendevan û nivîsên bi Kurdî jî zêde bûn. Di sala 2010 de herî kêm 115 pirtûkên Kurdî ji weşanxaneyên cûda derketin. Di sala 2007 de 109, di sala 2008 de 97, di sala 2009 de 118 pirtûkên Kurdî derketibûn. Êdî kurdî dikeve nava rengîniya pirtûkxaneyan jî. Niha jî gelek pirtûkên helbest, roman, siyaset, lêkolîn û çîrok werdigerînin Kurdî.

Li Bakûrê Kurdistanê rojnameyek bi Kurdî weşana rojane dike. Azadiya Welat ji 15’ê Tebaxa sala 2006 ve dest bi weşana rojane ya bi temamî Kurdî kiriye. Her çendî bi qasî 10 caran hatibe girtin û 9 nûçegihan û rojnamevanên wê di girtîgehan de be, niha bi awayek xurtir weşana xwe didomîne.

METIRSTIYA XWEBIŞAVTINÊ

Zimanê Kurdî li hemberî metirsiyên li dijî xwe tekoşînek bêhempa dide. Gefên li ser Kurdî mezin in.Niha kurdî li gelek qadên jiyanê tê bikaranîn. Hêj statûyek fermî wernegirtiye û bi qedexeyan dorpêşkirî ye, lê di jiyana rojane de û li bazaran tê bikaranîn. Li hemberî vê jî metirsiya herî mezin a li hemberî Kurdî xwebişavtin (otoasîmlasyon) e.

Di vî warî de erkek mezin dikeve ser milên nifşê ciwan. Ji xwe zimanek bi derbaskirina ji nifşekî bo nifşê din ew ziman li ser lingan dihêle. Dilini ger nifşê ciwan zimanê xwe nezane, êdî nikare zimanê xwe fêrî nifşê piştî xwe bike. Tenê axaftina bi zimanekî têrê nake. Divê xwendin û nivîsandina bi wî zimanî hebe. Berovajiyê vê, ger civakek ziman û çanda xwe winda bike, jimara wê çend milyon jî be, ew ê her tim bê nasname bimîne.

ANF NEWS AGENCY