1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşa Amara`yê dest pê kir
Meşa Amara`yê dest pê kir,meşa,amara,yê,dest,pê,kir

Meşa Amara`yê dest pê kir

Meşa Amara`yê bi dirûşmeya "Ne tecrdîr azadî, ne şer muzakere" dest pê kir.

A+ A-

Meşa Amara ku her sal di pêşengiya TUHAD-FED'ê de bi minasebeta 4'ê Nîsanê ji bo Rojbuyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin bi dirûşmeya "Ne tecrdîr azadî, ne şer muzakere" dest pê kir. Ji Amed, Êlih, Şirnex, Wan, Mûş, Edene, Mêrsîn, Qers û Agirî bi sedan maşîne ber bi gundê Amara yê Rihayê ve bi rê ketin. Li aliyê din Riha ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Destûra ku welatî biçin Amarayê jî nayê dayîn.

AMED

Li Amedê Meşa Amara ku her sal bi tevlêbûna hezaran welatî pêk tê îsal jî bi tevlêbûna sedan kesan dest pê kir. Bi sedan welatiyên ku ji Mûş, Wan, Şirnexê hatin Amedê, li ber avahiya BDP'ê ya Amedê kom bûn û li gel konvoya Amedê ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Bi sedan maşinên ku li ser Rêya Riha Mêrdîn kom bûn, ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Konvoya uk di navde Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementerên BDP'ê yên Amedê Emine Ayna, Nursel Aydogan, Ozdal Uçer û hilbijêrên BDP'ê jî hene bi rê ketin.

Di ketin û derketina Amedê de tedbîrên mezin hatin girtin. Di ketina bajar de maşîneyên zirxi yên polisan û TOMA rê girt û kontrola nasnameyan kir. Di kontrola nasname û maşîneyan de ceza li gelek maşîneyan hate birîn.

Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî ji bo Meşa Amara bi dehan maşîne ber bi Rihayê ve bi rê ketin.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi sedan welatî bi 20 dolmîşan ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Welatiyên ku li taxên Yavuz Selim, Petrol Kent, 19 Mayis û Cumhuriyetê kom bûn, li qada Koçerleran kom bûn û bi tevlêbûna wekîlê şaredar û rêveberên BDP'ê bi sedan kes bi 20 transit û maşîneyên taybet ber bi Rihayê ve bi rê ketin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi 5 dolmîş û dehan maşîneyên taybet ber bi Rihayê ve bi rêketin. Li Mêrdîn û navçeyên wê ji bo Meşa Amara li ser Rêya Îpeke ya Qoserê kom bûn û bi diruşme û çepikan ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Bi 100'an maşîneyên ku li ser Rêya Îpekê ya Qoserê kom bûn, rastî astengiyên polîsan hatin. Polîsan destûr nedan ku girse bimeşe Rihayê. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdîn jî 5 dolmîş ber bi Rihayê ve bi rê ket.

SÊRT

Li Sêrte jî 2 otobus û dolmîşek ku li Garaja Şaredariyê Sêrtê kom bûn ber bi Rihayê ve bi rê ket. Koma ku di navde endam û Rêveberên BDP'ê, ÎHD û TUAD-DER'ê hene, serê sibê kom bûn û ketin rêya Rihayê. Konvoy li ser rêya Dihê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.

ŞIRNEX

Ji navçeyên Sîlopî, Hezex, Cizîrê jî gelek maşîne li hev kom bûn û ketin rêya Rihayê. Polîsên ku ber bi Rihayêv ve ketin rê jî hatin rawestandin. Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê jî daxuyanî da û diyar kir ku astengî hebin jî dê bimeşin Amara.

MELETÎ

Li Meletiyê jî otobusa ku xwest biçin Amarayê li otogara bajar ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Welatiyên ku rastî kontrola nasnameyan hatin, rastî astengiya polîsan hatin û dîsa bi paşve vegeriyan.

PIRSÛS

Li navçeya Pirsûsê û Bajaroka Elîgorê jî bi minasebeta 63'emin salvegera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê bê pirozkirin hemû rêyên ketin û derketinê hatin girtin û polîs û leşker destûrê nade ketin û derketinê. Hemû rêyên gundên pirsûsê ji aliyê leşkeran ve hatin girtin.

ANTALYA

Li Antalyayê jî welatiyên ji bo biçim Rihayê û 4'ê Nisanê pîroz bikin hatin astengkirin. Polîs û leşeran li ser fermana Wezîrê Karên Hundir Otobusta ku welatî birin Amarayê rawestand û otobus desteser kir. Welatiyên ku rastî astengiya polîsan hatin, pişt re di bin kontrola polîsan de vegerandin Bajar.

EDENE

Li taxên Daglioglu, Gulbahçe, Şakirpaşa, Denîzlî, Hurriyet û û gelek taxên din yên Seyhana Amedê kom bûn amadekariya Meşa Amara dikin. Bi sedan kesên ku li ber nûnertiyên BDP'ê kom bûn, li gel biryara Wezîrê Karên hundir bi biryar in ku biçin Amara. Li taxa Kuçuk Kirimê nêzî 200 kes kom bûn. Li navçeya Ceyhanê jî welatiyên ku bi otobus û dolmîşan xwestin biçin Rihayê ji aliyê polîsan ve haten astengkirin û maşîneyên wan hatin desteserkirin. li ser navê komê Rêveberê BDP'ê yê Ceyhanê Tahir Ozdemir, helwesta polîsan şermezar kir.

WAN

Li Wan Colemêrg, Bedlis, Mûş, Qers, Erdexan, Agirî, Erzirom û Îdirê jî bi hezaran kes bi otobus ûmaşîneyen tayber ber bi Rihayê ve bi rê ketin.

Li navçeya Kaxizmanê 3 maşîne ber bi Rihayê ve bi rê ketin. Lê maşîne ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Bi tevahî 10 kes hatin binçavkirin û pişt re serbet hatin berdan.m 6 maşîneyên ji Agiriyê derketin ji jê 3 maşîne ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Li wanê jî bi sedan maşîne ber bi Rihayê ve bi rê ketin û 4 maşîne ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî