Meşa Azadiyê didome
A+
A-
AMED - Piştî pîrozbahiya Newroza Amedê ya bi tevlêbûna milyonek kesî, "Meşa Azadiyê" dest pê kir. Lê piştî demekê rastî astengiya polîsan hat. Piştî hevdîtinan û rûniştina nîv saetê, girseyê riya xwe guherand û dîsa dest bi meşê kir.
Piştî pîrozbahiya Newroza Qada Newozê bi sed hezaran kes ber bi "Konê Çareseriya Demokratîk" ê li Parka Koşuyolu dimeşin. Girse li Duryana Kantarê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Pîştî nîv saetê ku polîsan rê venekir û xwe nedan alî, girseyê berê xwe da riya Alayê û dest bi meşê kir. Meşa girseyê li ser Kolana Sentoyê ber bi Parqa Koşuyoluyê ve berdevam dike...
Bêjeyên Miftehî meşa,azadiyê,didome