Meşa jinan ji bo neteweya demokratîk
11:29 25.12.2013 1 / 3 MAXMUR (DÎHA) - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Meclisa Jinên Wargehê (Meclisa Îştar) meşekê ji bo piştgiriya kampanya Hevbeş a ku bi duruşmeya “BI JINA AZAD BER BI NETEWA DEMOKRATÎK VE” lidarxistin.
Meclisa Îştarê ya Mexmûrê bi tevlibûna hezaran jinan, ji bo piştgiriya kampanya Hevbeş a bi duruşmeya “Bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve" meşek pêk anî. Meşê ji ber şaradariya wargehê despê kir hetanî ber derê avahiya Netewên Yekbûy berdewam kir. Li wir Jina daxuyanî da. Kampanya di 4'emîn konferansa YJA de, ji bo li dijî tûndiya bi her şêweyî li beramberî jinê di hemû qadên jiyanê de weke ku bi sîstembûyî tê meşandin û her wiha li hember zîhniyeta vê rewa dibîne, wek pêwîstiyek bingehîn pêşxistina kampanya hevbeş hatibû diyarkirin. Ev kampanya ku bi dirûşma “Bi Jina Azad Ber bi Neteweya Demokratîk ve" ji aliyê YJA yê ve di 20’ê Kanûnê de hat beyankirin, bi hevsengî pêvajoyê re meşandina vê xwedî dem û cihek girînge. Li ser vê bingehîn Meclisa Jinên Wargehê jî bi meşekê piştgirî dan vê kampanyayê û di dawiya meşê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Mamoste Xatun Babat daxuyanî xwend. Babat, bal kişand ser rewşa jinên kurd û wiha got: "Rêxistina jina azad YJA ku li tevayî qadên civakê, tevgerek di hêla guherîn û veguherîna civakê de xwedî bandorek mezine; bi pêşengtiya jina azad, girêdayî avakirina civakek azad û bi aram, dem bi dem li rexa rêbazên çalakiyan, bi navên cûr be cûr kampanya dane despêkirin û domandin. Ev kampanya yên bi dirûşmeyên cuda hatine bi rêvebirin, di nav civakê de rojevek girîng daye çêkirin, heta radeyekê bi xwe re encamên girîng derxistiye holê. Ji ber di avakirina netewa demokratîk de, hêmana herî sereke civaka azade, civaka azad jî bi jina azad pêşdikeve, avakirina jiyana azad wê bi pêşengtiya jin û hewldana wê gengaz bibe. Di qada civakî de; li ser bingehê bi jiyanîkirina perspektîfa netewa demokratîk, bilindkirina tekoşîna azadiya jinê armanca kampanyayê ye."
Babat di daxuyaniyê de bal kişand ser zihniyeta dewletê û got: “Rêber Apo li dijî zîhniyeta dewletî, desthilatdarî û zayendparêzî, pergala rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad weke rizgariya gelan, wekhevî û azadiya jin û civakê pêşkêşî hemû mirovahiyê kir. Di pêngava rizgariya netewa demokratîk û avakirina jiyana azad de ku wê li dijî netew dewletê çareseriyek demokratîk ya bingehîn pêşbikeve, di vê çareseriyê de rol û misyona jin diyarkere. Netewa demokratîk ji ber ku xwe dispêre jiyana hevpar û hebûna gelan, pêşxistina ferasetek ya hevparbûna sazî û rêxistinên jinan girînge. Pergala netewa demokratîk bi rêya jinê yê were rûnişkandin. Ji bo vê jî pêşxistina kesayeta azad û civaka demokratîk, bi vê re jî rêvebirina tekoşîn û rêxistiniyek ku guhertinê bingeh digre, mijara herî girîng û xebata herî pêş ya jinê ye.
Mamoste Xatun da zanîn ku di pêşxistina kampanya û têgihandina armanc, naveroka kampanyayê û de da zanîn ku avakirina zîhniyeta demokratîk de qadek destdayî û rêxistinkiriye û wiha lê zêde kir: "Wek jinên wargehê li gor armanca kampanyayê emê li beramberî her cûrê qirkirin, destavêtin, kuştin, tûndî, bişaftin yên ku jinê ber bi tunebûnê ve dibe, bi vîna xwe ya azad bibin xwedî helwest û li dijî van kiryaran mejiyê ku xwe dispêre vê zîhniyetê tekoşîna xwe berfireh bikin. Bi vê boneyê wek meclîsa Îştar plansaziyek diyar ya me di derbarê kampanyayê de derketiye holê. Em ê hewl bidin ku wek gelê wargehê bi awayek çalak tevlî vê kampanyayê bibîn. Bi têgihiştina kampanya yê ketina rê; emê bi awayek berfireh ji bo bersivdana vê, xebatên perwerdeyî yên weke semîner, nîqaş, panel bidin rêvebirin û rêze çalakiyên li dijî zayendparêziya civakî pêkbînin. Di heman demê de wê her mijarek ya perwerdê bi vê naverokê were bernamekirin. Bi perspektîfa netewa demokratîk ku jina azad û civaka azad, jina demokrat û civaka demokrat bi xwe re di afirîne, li dijî desthilatdariyê li gor berfirehiya kampanyayê em ê di nav ked û hewldanê de bin.”
Jinên wargehê di dawiya daxuyaniyê de bi duruşmeyên Bijî Afrênerê Pergala Netewa Demokratîk Rêber Apo, Bijî Netewa Demokratîk Ya Bi Jina Azad Jîndar Dibe, Bijî Tekoşîna Jina Azad, Bimire her cûr desthilatdarî û zîhniyeta qirkirinê bi vî awayîdawî li meşa xwe anîn.
(mae)