Meşa mertalên zindî didome
Çalakvanên mertalên zindî yên di nav de hilbijêrên BDP û KCD'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û sedan welatî hene şeva xwe li gundê Hedîkê yê Lîceyê derbas kirin. Mertalên zindî serê sibê derbasî gundê Zengêsor bûn û piştî bi gundiyan re hevdîtin kirin agahiya leşker ji herêma operayonê paşve hatine kêşandin girtin. Meşa mertalên zindî berdewam dike.
Çalakiya ji aliyê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Endama Lijneya Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat Ata, Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, endamên Dayîkên Aştiyê, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, şaredarên BDP'î, Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Platforma Şaxaên KESK'ê ya Amedê, rêveberên Komeleya 78'an a Çewlîkê û bi sedan kesan a li sêgoşeya Lîce, Pasur û Dara Henê ya li dijî operayonan berdewam dike. Mertalên zindî li gel hemû astengî û barîkatan şevê din gihiştin gundê Hedîkê yê Lîceyê û şeva xwe li çoltarê gundê Hedîkê derbas kirin.
Gundiyan: Leşker ji ber çalakiya mertalên zindî paşve hate kêşandin
Mertalên zindî şevê agir hilgirin û "nobedariya operasyonê" girtin. Serê sibê mertalên zindî ji ber rê girtîbû bi meşê çûn gundê Zengêsorê ya 10 kîlometre dûr. Piştî meşê mertalên zindî li gund bêhna xwe dan. Mertalên zindî li gundê Zengêsorê bi gundî û şivanan re sohbet kirin. Di sohbetan de gundiyan diyar kir ku duh helîkopteran leşkera anîn herêmê û operayon hebû lê piştî çalakvanên mertalên zindî hatin herêma operayonê operasyon bi dawî bû û leşker paşve hatin kêşandin.
Meş ber bi gundê Bîloka ve berdewam dike
Li aliyê din gundiyan agahiya di operayona 24'ê nîsanê ya li çoltarê gundê Bîloka de pevçûn derket û 2 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi birîndarî hate girtin û gelek leşkeran jî jiyana xwe ji dest dan, dan. Gundiyan, dan zanîn ku ber bi herêma pevçûnê ve gelek helîkopter çûn û gundiyek jî hate binçavkirin. Li ser agahiyan mertalên zindî ber bi herêma operayonê ve dest bi meşê kirin. Meşa mertalên zindî berdewam dike.
Piştî di dema meşê de tu tevgera leşkerî nehat dîtin agahiya gundiyan a operayonê bi dawî bû piştrast bû.
(bd)