1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşa 'Rêwîtiya Rojê' dest pê kir
Meşa 'Rêwîtiya Rojê' dest pê kir,meşa,rêwîtiya,rojê,dest,pê,kir

Meşa 'Rêwîtiya Rojê' dest pê kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi minasebeta 65'emîn salvegera 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi sedan maşîne ji bajarên Manisa Aydin, Sêrt, Mêrdîn û gelek bajarên herêmê ber bi Amarayê ve derketin "Rêwîtiya Rojê."

Bi minasebeta 65'emîn salvegera 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dehan maşîne ji bajarê ji navçeyên Soke, Germencik, Sultanhîsar û Nazillî û navenda Aydinê bi tevlêbûna 50 kesan ber bi Amarayê ve derketin rê. Karwanê ku di pêşengiya BDP'ê de derketin rê dê sibê tev li Meşa Amara bibin. Bi heman armancê ji navçeyên Turgutlu û Salihlî yê Manîsayê jî otobusek derket rê. Gelek welatî jî bi maşîneyên xwe yên taybet derketin rê.

Bi hezaran welatî ji Sêrtê jî di pêşengiya TUAD-DER, BDP'ê de bi dolmîş, otopus û maşîneyên taybet ber bi Amarayê ve bi rê ketin. Girsê di meşê de "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo" serz kirin. Li navçeya Qoserê ya Mêrdinê jî bi heman armancê pîrozbahî hat lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Xebatkarên Navenda Çandê ya Elî Temel, hevşaredar jî tev li şahiyê bûn.

Li aliyê din bi hezaran kesên di pêşengiya TUHAD-FED'ê de ji bo pîrozbahiyê hatin Rihayê li Pirsûsê gihiştin hev. Bi hezaran kesên ku li Pirsûsê gihiştin hev ji bo tev li mewlûda endamê PKK'ê Şahîn Bînîcî ku hefteyek berê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da bibin hatin Pirsûsê. Girsa ku çûn Pirsûsê alên KCK, PKK, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin. Bi hezaran kesên ji Îgdir, Colemêrg, Wanê derketin rê rêwîtiya wan didome. Gelek ji wan gihiştin Rihayê. Girsê di meşê de pankartên "Rêwîtiya Rojê", "Rojbuna te piroz be. Ey Serok e netewêyi", "Rojbuna te piroz be mimari aşiti ye" vekirin û rengên kesk, sor û zer bilind kirin. Girseya ku li Pirsûsê gihişt hev bê navber siloganên "Biji Serok Apo", "Ocalan" berz dikin.

Di ketina Xalfetiyê de ciwanên ku unuformayê wêne û navê Ocalan li ser heye li xwe kirine û mêvanan pêşwazî dikin.

(mae)