1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşaleya çapemeniya azad her ku diçe geştir dibe
Meşaleya çapemeniya azad her ku diçe geştir dibe,meşaleya,çapemeniya,azad,her,ku,diçe,geştir,dibe

Meşaleya çapemeniya azad her ku diçe geştir dibe

A+ A-

FERHAT ÇELİK Di ser bombebarandina Rojnameya Ozgur Ulke ya di 3'ê Kanûna 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hate bombekirin re 18 sal derbas bûn. Lê hêj berpirsiyar nehatin dîtin û darizandin. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, ku wê demê xebatkara rojnameyê bû, diyar kir ku wê demê bi kuştin, girtin û bombekirinê dewletê xwest gel bifetisîne, lê dîsa rojnameyê weşana xwe berdewam kir û destûr neda ku gel bê bêhn bimîne. Kişanak, anî ziman ku ji ber wan wê demê ruyê qirêj yê şer ronî kir bûn hedef. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Huseyin Aykol jî anî ziman ku di roja hate gotin"Her tişt heta vir e" de rojname hêj kevneşopiya xwe û têkoşîna xwe berdewam dike.

Kevneşopiya Rojnameya Ozgur Gundemê di sala 1990'an de bi rojnameya heftane Yeni Ulke dest pê kir. Di sala 1992'an de bi Rojnameya Ozgur Gundem dest bi weşana rojane kir. Di 3'ê kanûna 1994'an de buroya Ozgur Ulke li Kadirga ya Stenbol û Çagaloglu ya Enqereyê rastî êrîşa bombeyî hatin. Bi dehan nûçegîhan, nivîskar, xebatkar û kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd hatin qetilkirin. 18 sal di ser bombekirina rojnameyê re derbas bû, lê bi dengekî mezinir kevneşopiya xwe berdewam dike. Rojnameya Ozgur Ulke li Stenbol û Enqere, bi fermana Serokwezîra wê demê Tansu Çîller pêk hatin. Di êrîşa li diji buroya Enqereyê de Rojnameger Ersîn Yildiz di teqînê de jiyana xwe ji dest da. Gelek xabatkarên rojnameye birîndar bûn. Bi piştgiriya rojnameyen çepgir Rojnmaya Ozgur Ulke di roja din de bi 4 rûpelan bi manşeta "Ev agir dê we ji bişewitîne" derket pêşberî xwendekarên xwe.

Piştî bombekirinê 15 roj şûnde derket holê ku biryar di civina MGK'ê ya 3 roj beriya bombekirinê de bi Îmzeya Serokwezira wê demê Tansu Çiller hatiye girtin. Di 7'ê Mijdara 2012'an de dema komîsyona Lêkolîn û Lêgerina Darbe û Muhtirayan a Meclisê dihat guhdar kirin, Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder belgeyê bombeirina rojnamyê nîşan dabû û xwestibû ku ev yek bê lekolînkirin. Der barê bombekirina rojnameyê de Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak ku wê demê xebatkarê Rojnameye bû û Gerînendeye Giştî yê Rojnameyê Huseyin Aykol, ji wê rojê heta niha çavdêriyên xwe anîn ziman.

'70 şehîdên me hene'

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol diyar kir ku ji wê rojê heya niha gelek serokwezîr û serokomar hatin guherîn û wiha got: “Me li gel hemû şertên zor ev rojname derxist. 70 şehîdên me hene. 220 sal jî derbas bibin em ê vê rojnameyê derbixin.” Aykol, da zanîn ku di 1994’an gelek hevalên wan ên di xebatên çapemeniyê de cih girtin dihatin qetilkirin, gelek hatin girtin lê ligel vê yekê xebatên xwe berdevam kirin. Aykol, roja avahiya Rojnameya Ozgur Ulkeyê hate bombekirin vegot û wiha axivî: “Ligel avahî hate bombekirin roja din me rojname bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bi şewitîne’ derxist. Piştre jî ligel hemû zor û zehmetiyan me derxistina rojnameyê domand.” Aykol, da zanîn ku rojnameya bi manşeta “Ev agir dê we jî bi şewitîne” di dîroka çapemeniyê de rojnameya herî bi qîmet e û wiha got: “Ligel avahiya rojnameya me hate bombekirin em rojname derxist. Ji wê rojê heya niha çiqas navê jî bên guherîn me her tim rojnameya xwe derxist. Wan digot em ê bêdeng bibin lê xwe xapandin. Me wê rojê got ev agir dê wejî bi şewitîne. Ev yek rast derket. Em heya îro meşiyan. Ji wê rojê heya niha gelek serokomar û serokwezîr hatin guherîn. Me her tim rojnameya xwe derxist. 70 şehîdên me hene. 22 sal derbas bûn. Lê 220 sal jî derbas bibin dê vê rojnameyê derbixin.”

Aykol: Em bêdeng nebûn û dengê me geştir bû

Aykol, da zanîn ku 20 salin kevneşopiya wan li gel hemû astengî, bombekirin û kuştinan didome û di dîroka tu çapemeniya cîhanê de mînakek wisa tune û wiha got: "Heta wê demê bi taybetî di salên 1992 û 1993'an de bi dehan nûçegîhan, rojnameger û xebatkarên rojnameyê hatin girtin û qetilkirin. Wê demê me got temam êdî em bêdeng kirin."

'Çîler durîtiyê deke'

Aykol, da zanîn ku wê demê li 3 buroyên wan hemwext hatin bombekirin û ev yek bi plan û bi destê dewletê pêk hat. Aykol, helwesta Serokwezîra demê Tansu Çiller jî rexne kir û da zanîn ku ne pêkan e ku Serokwezîr wê demê ji bîr bike û ev gotina wê dirûtiye.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, ku wê demê xebatkara rojnameyê bû, diyar kir ku wê demê bi kuştin, girtin û bombekirinê dewletê xwest gel bifetisîne, lê dîsa rojnameyê weşana xwe berdewam kir û destûr neda ku gel bê bêhn bimîne. Kişanak, anî ziman ku ji ber wan wê demê ruyê qirêj yê şer ronî kir bûn hedef. Kişanak, destnîşan kir ku wê demê gund dihatin valakirin û şewitandin û dixwestin welatiyan bikin cerdevan. Kişanak, da zanîn ku jiber wan wê demê bûyerên qirêj ronî dikir û bi silogana "Dê rastî di tariyê de nemînin" weşan dikir rastî êrîşê hatin. Kişanak, anîziman ku heta niha li gel Musa Anter, Huseyin Deniz, Hafiz Akdemir, Yahya Orhan, Orhan Karaagar gelek hevalên wan hatin qetilkirin û wê demê di nava şert û mercên gelek zahmet de xebata rojnamegeriyê kirin.

'Me mirin dabû ber çavan'

Kişanak, anî ziman ku wê demê, ruhekî pir xurt û heyecanek mezin hebû. Kişanak, da zanîn ku wê demê coş û girêdanek pir xurt hebû û ji ber vê yekê kuştin, bombekirin û binçavkirinê nikarîbû ew têk bibirana. Kişanak, da zanîn ku di nava wan şert û mercên kuştin, girtin û binçavkirinê nûçegîhanî û rojnamegeri pir dijwar bû û mirina xwe didan ber çavan û diçin rojnamegerîe dikirin."

'Me destûr neda ku gelê me bê bêhn bimîne'

Kişanak, bibîrxist ku wê demê ji bo ser rastiyan veşêrin û gelê kurd bê bêhn bihêlin erîş pêk anîn û wan bi têkoşîn û berxwedana xwe destûr nedan ku dengê wan qut bibe.

Kişanak, bibîrxist ku nêzî 20 hevalên wan wê demê ji mirinê rizgar bûn û wiha berdewam kir: "Wê demê hevalê me Ersin Yildiz xelas nebû û nêzî 20 hevalên me ji mirinê xelas bûn. Piştî teqînê me biryar da ku teqez em rojnameyê çap bikin. Saet di 09.00'an de em li hev kom bûn û me biryar da ku em rojnameyê çap bikin. Me destûr neda ku gel bê deng bimîne. Me bi alîkarî û piştgiriya rojnameyên Alinterî, Atilim, Newroz, Ozgur Halk, rojnameya xwe çap kir.

Kişanak, helwesta Serokwezîra berê Tansu Çiller rexne kir û da zanîn ku êrîş bi fermana Çîller pêk hat. Kişanak, wê demê konsepta şerê topyekun hebû û bi kuştin û komkujiyê bi ser gelê kurd de dihatin. Kişanak, daxuyand ku kevneşopiya çapemeniya azad bi hêz û xebatek mezintir têkoşîna xwe berdewam dike.

(mae)