1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. MGRK Û ENKS peymanek nû îmza kirin
MGRK Û ENKS peymanek nû îmza kirin,mgrk,û,enks,peymanek,nû,îmza,kirin

MGRK Û ENKS peymanek nû îmza kirin

MGRK û ENKS di bin çavdêriya Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî de peymana hevxebatê îmza kirin

A+ A-

Piştî çend rêze civînê dinavbera Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistan (MGRK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) di bin çavdêriya Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî de peymanek bi hevre xebatê îmza kirin.

Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistan (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS), di bin çavdêriya Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî de peymanek bi hevre xebatê îmza kirin. Rêkeftname ji 3 xalên esasî pêktê û dubera pejirandina peymana ya 11 pûşbera 2012'an de ya 7 xalan têde hebû destnîşan kir. Li gora peymanê hat destnîşan kirin ku dê komîteyên hevbeş dinavbera herdû Meclîsan bê avakirin û divarê siyasî, ewlekarî û dîplomasiyê de xebat bike. Ev komite dê ji deh kesan pêk bê û wê her Meclîsek bi 5 endama temsila xwe bike. Di encamnameya civîna hevbeşde hat e zanîn ku dibe êdî herdû alî di çapemeniyê de lê dijî hevdû propagandayê reşkirinê nekin.

Xalên Peymana Hewlêr evin:

1-Belgeya Hewlêr esas were girtin û pêkanîna hemî xalê ku têde hatine destnîşankirin.

2- Damezrandina desteyeke rêvebir (desteya kurdî ya bilin) erkê wê siyaseta demê deyne û serokatiya feealiyatên şoreşê bike û bikarînîna wekheviyê di tevahiya komîteyên ku pêk were (yanî nêvî bi nêvî) û li hevkirina li ser tevahiya biryara.

3- Damezrandina 3 komîteyan ji bo şopandina karên piratîkî.

4-Rawestandina tevahiya antîpiropoganda li dijî hev.

5- Qedexekirna şidetê û tevahiya karên ku rê li pêşya tevliheviya vedikin li rojavayê Kurdistan.

6- damezrandina komîteyan di nava 2 hefteyan de ji dîroka imzekirna vê peymanê.

Xalên di civîna 11 Pûşberê de 2012'an de hatibûn destnîşan kirin:

1- Komîteyek bilind ji her du meclîsan bê avakirin. 2- Avakirina komîteyek rêxistinî bo birêvebirina karên hevbeş li hemû navçeyan. 3- Avakirina komîteyên şaxan li navçeyan. 4- Rawestandina hemû ragehandinên dijî hev. 5- Rawestandin hemû karên çekdarî li hemû navçeyan. 6- Avakirina komîteyên bê çek yên parastinê yên hevbeş. 7- Avakirina komîteyekê bo çareserkirina pirsgirêkên ku rû bidin û di nav de çareserkirina pirsgirêkên civakî.

(ak-ex/mae)