Michael Völker: Bêyî PKKê tu tiştek li wir çareser nabe
Berpirsyarê rojnama Der Standard ji RojNews re axivî
Mustafa Delen / Îdrîs Kara
Berpirsyarê rojnama Der Standard yê Awusturya ê beşê siyasî Michael Völker bang li rojnamevanan kir daku biçin Rojava û biçavê xwe dîmenan bibînin. Michael got yê ku biçe wargeha Newroz û hêstir ji çavê wî neyê, bingeha wî mirovî cihê lê pirsînê ye. Herwiha Michael da diyarkirin ku bê PKK tiştek li wir çareser nabe.
Berpirsyarê rojnameya rojaneya ya Awusturya Der Standard Michael Völker piştî ji Rojavayê Kurdistanê vegeriya di derbarê rewşa rojava û berxwedana gelê Rojava de ji RojNews re axivî.
Michael da diyarkirin ku hefteyek derbaz bu li Awrupa bi taybet di çapemeniya Awusturya de gelek tişt li ser Kobanê hatin gotin û şîrovekirin. Michael got ku buyerên li Rojava di qewimîn bala gelê Awusturya û Awrupa gelek dikêşe ji bo wê yekê me xwest em bi çavê xwe bûyeran bişopînin. Ji ber ku gelê Awusturya jî vê yekê mereq dikir.
Bandorek mezin li ser min çêbû
Michael wiha behsa jiyana li Rojava kir: “Tişta ku min li wê derê dîtî bandorek mezin li ser min çêkir, me bi çavê xwe dît bi şêweyek komîn tê jiyan kirin. Çi Misilman, Êzidî, Ereb, Xiristiyan, Asurî û Suryanî be, hemu gelê li wê derê dest daye hevdû û dixwazin bi hevre jiyan bikin. Gelê li Rojava hertim dinav hewldanan deye û dixwaze tiştên nû bi afirêne.”
Michael Völker da diyarkirin ku her çendî li wir şerek heye jî lê gelê li wir dixwaze rêxistinek baş ava bike, bi taybet şervanên jin gelek çalakin û dixwazin çeteyên DAIŞ ji wir derbêxin û wiha dewamkir: “Her çendî di destê wan de çekên giran jî nebin, lê hevgirtina wan nîşanî me da ku dikarin li hember DAIŞ şer bikin û wan ji wir derbixin. Li wir ne tenê aliyê çekdarî heye, aliyê polîtîk, dîrokî û diplomasiyê de jî gelek pêşketin heye, ev jî cihê kêfxweşiyê bû.”
Michael balkêşa li ser dijbertiya çeteyên DAIŞ yên li hember rojnamevanan jî û got ku ew niha gelek kêfxweşe ku hîna serê wî li ser wiye. Ji ber ku çeteyên DAIŞ dixwazin rojnamevanan bigre û bixe bin bandore xwe.
Şengal hatiye ji bîr kirin
Völker balkêşa li ser êrîşên koalîsyonê jî û got ku êrîşên koalîsyonê pir dereng bu, ji ber ku derengbuna êrîşan bû sedemê mirina gelek kesan. Völker wiha dewmkir: “Niha çavê çapemenî û yê cîhanê li ser Kobanê ye, lê li hêla din tiştek ku ez dixwazim balê bikêşînim ser Şengale. Ji ber ku hemu çav li ser Kobanê ye, di wê navberê de trajediya li Şengalê tê ji bîr kirin. Ji bo wê pêwîste rojnamevan werin bi çavên xwe van trajediyan bibinin.”
Michael got ku dema ew çû Rojava û ji wir jî serdana wargeha Newroz kir, gelek hestyar bû û wiha got: “Yêku biçe wargeha Newroz û hêstir ji çavê wî neyê, bingeha wî cihê lê pirsînê ye.”
Bê PKK tiştek li wir çareser nabe
Völker balkêşa ser ji derxistina PKK’ê ya ji lîsta terorê jî û wiha got: “Ev demeke dirêje welatên Awrupa li ser derxistina PKK’ê şîroveyan dikin, ez di wê baweriyê deme ku ev şîrove bingehek baş ji bo derxistina lîsta terorê çêbike. Ji ber ku tişta min li wir dît, bê PKK çareseriyek ne mimkine, ji ber ku PKK li wir quweteke û welatên dervejî PKK’ê wisan dibînin. Ji bo wê li gorî min pêwîste polîtîkayên li hember PKK’ê werin guhertin, ji xwe gelê Kurd jî hem li Awrupa hem jî li Kurdistanê vê yekê dixwaze.”
Herî dawî Völker dubare bang li rojnamevanan kir daku berê xwe bidin Rojava û bûyeran bi çavê xwe bibînin, dîmen û wêneyên nû bi afirênin û li ser wan analîza çêkin.