Midûrê Tîma Taybet birîndar kirin
HPG'iyan Midûrê Tîma Taybet ê Şirnexê birîndar kirin
A+
A-
Şevê din li navenda Şirnexê li dijî Midûrê Şaxa Tevgera Timên Taybet a Midûriyeta Polîsan a Şirnexê Îrfan Olçar êrîş pêk hat. Di êrîşa çekdarî ya HPG'ê de Olçer û polîsekî li gel wî birîndar bûn.
Şevê din saet di 21,45'an de li navenda Şirnexê endamên HPG'ê li dijî Midûrê Şaxa Tevgera Timên Taybet a Midûriyeta Polîsan a Şirnexê Îrfan Olçar êrîş pêk anîn. Di êrîşê de Olçer û polîsekî li gel wî birîndar bûn. Di êrîşa li dijî maşîneya zirxî ya midûr de Îrfan Olçar û polîsê li gel wî birîndar bûn. Piştî Olçar û polîs birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Leşkeri ya Şirnexê. Birîndar pişt re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate zanîn ku piştî êrîşê li herêmê operasyana fireh hate amadekirin.
(mae)
Bêjeyên Miftehî midûrê,tîma,taybet,birîndar,kirin