‘Mihatabê çareserîyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan e’
Ozdal Uçer xwest hemû gelê Kurdîstanê wek gerilayekî xebata sîyasî bimeşîne
MÊRSÎN (DÎHA) – Di şahîya Tersûsê de parlementerê BDP Ozdal Uçer, bal kişand li ser vekişîna HPG'ê û got kû vekişîna HPG'ê ne paşveçoyîna tekoşînê ye û xwest hemû gelê Kurdîstanê wek gerilayekî xebata sîyasî bimeşîne. Ozdal gotinên Serok Wezir Erdogan yên ‘vê çareserîyê em saz dikin’ jî wisa bersivand “Mihatabê çareserîya vê pirsgirêkê hebe ew jî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan e. Eger hêzek ji bo çareserkirina ve pirsgirêkê hebe ew jî gerilayên berxweder yên çiyayên Kurdîstanê ne"
Ji alîyê rêxistina BDP’a Tersûsê ve li taxa Tozkoparanê şahiyek gel hat lidar xistin. Parlementêrê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Endamê Meclisa Partiyê ya BDP’ê Cemil Elden, Hevserokên BDP’a Mêrsînê Halis Ernarîcî û Heybet Gêçkîn, Hevserokên navçeya BDP’a Tersûsê Ahmet Kızmaz û Cevahîr Çelîkten, endamên meclisa şarederîya Akdenîzê û bi hezaran welatî beşdarî şahîyê bûn. Şahîya pankarta “Emê ne wekî berê bijin, ne jî wekî berê şer bikin” û alên PKK’ê û yên HPG’ê û posterên Rêberê PKK’ê Ocalan hatin daliqandîn bi deqeyek rêzgirtinê hat dest pê kirin. Pişti rêzgirtinê ciwanan, peyama Ocalan ya 21’e Adarê de li Newroza Amedê de dayî xwendin û dilsozîya xweyî Ocalan ani ziman û piştre jî girseyê sîrûda ‘Çerxa Şoreşê’ bi yek devi xwend. Piştre hevserokên BDP Mêrsînê Ernarîci û Gêçkînê gel slav kir.
‘Pêwiste em piştgiriya tevgera azadiyê bikin’
Pişti axaftîna hevserokan, Ozdal Uçer, di nav diruşmeyên bê navber “Biji Serok Apo” dihatin avêtîn de dest bi axaftîna xwe kir. Uçer, ani ziman kû gelê Kurd gav bi gav digihije azadiya xwe û got kû em demeke gelek giringde derbas dibin û wisa pêde ço: “Me her derê dinyayê, me gelek zilm u zordari ditiye. Me gelek cefa kişandiye. Belê saya serê berxwedana gel, saya serê şehîdên eziz saya serê gerilayên Kurdîstanê, saya serê serokatiya gel û saya bi berxwedana zindana iro em digihijin azadiya xwe. Pêwiste em piştgiriya tevgera azadiyê bikin, pêwiste em gerilayên Kurdîstanê xwedî derkevin pêwiste em berxwedana zindanan û azadi ya wan xwedi derkevin pêwiste em azadiya serok û rêberê gelê Kurd birêz Ocalan xwedî derkevin. Pêwistê em xebatkar bin, em xiret bin.
Uçer, bibirxist kû bi def û dolabên dewletê û bi xiyanetan rêberên weke Şêx Seid, Seyid Rıza û serhildanên Kurdan hatîne xapandîn û hatine têkvebirin û wisa axivi: “Lê tevgera azdîyê geş bû. Ozal disa name şand û got werin em bi siyasetê çareser bikin. Nekarin iradeta gelê Kurd bişkinin, disa dest xapandînê kirin. Hemû kes Ozal derbarê Kurda de baş nas dike. Eger Ozal yekî başbîya cerdevanî, tîmên taybet û qontrgerila ava ne dikir. Serokwezirên Tirkiyê yên weke Tansu Çiler, Demirel, Erbakan û Mesut Yılmaz çavên wan hemû xapandînê bûn. Erdoğan jî got pirsigirêka Kurd pirsgirêka mine. Çavên hemûyan xapandinê bun. Tiştên şêrin dianin ziman, piştre jî Kurdîstan bombe baran dikirin.”
‘Nikarîn iradeya Serokê Gel bişkinin’
Uçer, bi komployeke navneteweyi girtina Serokê PKK Ocalan bibirxist û axaftîna xwe haki domand: “ Lê ewa nizanî, Kurd êdî ne Kurdê berê ne. Ewa nizanî kû eşqa azadiyê dilê hemû zarok, dayik û civanên Kurdîsyanê de ye. Ewa digot emê serokê wan bigirin, bavên zindanê tecrît bikin û iradeya wan bişkinin. Nikarîn iradeya Serokê Gel bişkinin. 15 sale nekarîn iradeya Serok bişkinin. 15 sale nekarîn iradeya gelê Kurdîstanê bişkinin.
‘PKK tevgerek azadîyê ye û aştîxwaze’
Uçer, da zanin kû bi ser navê çareser kirina pirsgirêka Kurd bi dehan caran dewletê agirbest ji PKK’ê xwestîye wisa axaftina xwe ajot: “PKK tevgerekê azadîyê ye, PKK tevgereke aştîxwaze jî. PKK’e û Serokê Gel her tim ev ani ziman: ‘Em ji bo azadîyê tevdigerin. Em mecbûr mane me çek girtîye destê xwe. Eger rêya siyasetê vebe em her tim ji bo aştîyê amade ne’. Her çiqas Kurdan gavê aştîyê diavêtîn, ewan digot, tirsiyan û xelas bûn. Bomberan û qetliam zêde kirin, siyaset qedexe kirin. Disa jî nekarîn iradeya gelê Kurd bişkinin. Nekarîn iradeya gelê Kurdîstanê bişkinin. Nekarin iradeya civanên Kurdistanê û serokê Kurdîstanê bişkinin. Erdoğan û dewlet samimi be jî ne samimi be jî mecbur maye iradeya gelê Kurd mihatab bigire”
‘Paşveçoyîna gerila ne paşveçoyîna tekoşînê ye’
Uçer, gotina Rêberê PKK’ê Ocalan ya ‘bawerîya we bila li we hebe. Hûn ji xwe bawer bikin hûne azad bibin’ bibirxist û wisa axivi: “Em bawerîya gelê xwe dikin, Em bawerîya Serokê xwe, tevgera xwe û gerilayên xwe dikin. Serok dibêje bila gel li ser piya be û xwedî azadîyê derkeve. Paşveçoyîna gerila ne paşveçoyîna tekoşînê ye. Tekoşîn dawî ne buye. Tekoşîna çekdarî vê demê dawî buye. Bi taybetî ciwanên Kurdîstanê û hemû gelê Kurdîstanê, wek gerilayekî bila xebata sîyasî dest pê bike, bila bimeşine û bila serbikeve”
‘Hêzên çareserkirinê, gerilayên berxweder ên çiyayê Kurdîstanê ne’
Uçer, paşveçoyîna gerila ya devreyî sînor jî nirxan dû wisa axaftiana xwe domand: “Gerila diçe yê çawe bibe? Me her ji gel tim gelê xwe re digot gel jî ji mer digot: PKK’e gel e gel j îli vir e. Ji ber vê gerek hemû kes xwedî tekoşîna azadîyê derkeve. Erdogan, Fethulag Gulen, Bahçeli, Kılıçdaroglu digotîn operasyona bikin, siyasetê qedexe bikin. Gelek operasyonên leşkerî û nijadperestî kirin. Çiyayên Kurdîstanê bomberan kirin. Çi bu? Gerilayên Kurdîstanê berxwedan bilind kirin. Gotîn eger hûn şer dixwazin eva şerê te dikim, Tû jî bêminetî. Niha Erdogan dibêje, em çareserîyê çê dikin. Eger hûn çareserîyê çê dikin ev qetliamê bi salan e we çima çêkir? Mihatabê çareserîya vê pirsgirêkê hebe ew jî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan e. Eger hêzek ji bo çareserkirina ve pirsgirêkê hebe ew jî gerilayên berxweder ên çiyayê Kurdîstanê ne. Eger îro Kurd azadiyê ji bo hemû gelên dinyayê dikin xelat ew saya şehîdên azadîya Kurdîstanê ye”
Pişti axaftîna, şahî bi diruşme, mûzîk û gevendê heta derengiya şevê dewam kir
(med/mae)