Mihrîcan bi dengê Tara Jaff dest pê kir
1. Mihrîcana Muzîkê ya Amedê bi dengê Tara Jaff dest pê kir
1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" şevê din li Terasa Bajar a Amedê dest pê kir. Mihrîcanê bi sewt û awaza Tara Jaff a xwe bera ser pêlên Çemê Dîcleyê dan dest pê kir.
1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîre bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" şevê din li Terasa Bajar a Amedê dest pê kir. Mihrîcana ku bi deng û awaza Tara Jaff dest pê kir, beşdar sermest kirin. Di mihrîcanê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Serokê komeleya 78'an Ganî Alkan, gelek nivîskar, hunermend jî di navde bi sedan kes amade bû. Bernameya ku lazim bû bi konsera Yalda Abbasi û Mohsen Mizazede yên ji Îrane bihatana dest pê bikiraya ji ber ku dewleta Îranê vîze nedan wan tev li bernameyê nebûn. Di ewila bernameyê de sewt û awaza Tara Jaff hate guhdarkirin.
Axaftina ewil Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, diyar kir ku di serdema ku ziman û bawerî tên qedexekirin de mihrîcana muzîkê li Amedê dest pê dikin. Baydemîr, anî ziman ku di vê serdema qedexeyan de hunermend û stranbêjên kurd bi zimanê xwe û hunera xwe deng û awazên xwe tînin ziman. Baydemîr xwest êdî dawî li qedexeyan bên û wiha got: "Amed êdî bi mihrîcanên sinema, şano, û muzîkê dibe bajarê çand û hunerê. Baydemîr, serhildan û destkeftiyên Qamişlo, Afrin, Amûdê, Hasekî jî slav kirin û piştgriya xwe anî ziman. Baydemîr herî dawî ji ber ku Derhênerê Belgefîlma "Dengê Bavê min" ku di 9'emîn Mihrîcana Kozaya Zêrîn de xelata fîlmê herî baş wergirt Zeynel Dogan pîroz kir.
Piştre hunermenda Rojhilat Tara Jaff û hunermendê erbanê Şerko derketin ser dikê û bi hunera xwe ya awarte û bêhempa gel girse coşandin. Sewt û awaza dengê Tara Jaff û Şerko Çemê Dîcleyê û Baxçê Hewselê ku dibin sînga Bircên Amedê de razabû sermest kir.
Mihrîcan îro dê bi guhdariya muzîkê ya Praksis saed di 17.00'an de li Kolana Hunerê û di heman saetê de li Parka Koşuyolu bi dengbêjên Dayika Meryem, Seyitxanê Boyaxçî, Apê Selahattin, Silemanê Şirnexî, Cafer, Behiye, Zinet berdewam bike.
(mae)