1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mihrîcana Filman a Amedê
Mihrîcana Filman a Amedê,mihrîcana,filman,a,amedê

Mihrîcana Filman a Amedê

Amadekariyên Mihrîcana Filman a Amedê ya Navneteweyî temam bûn

A+ A-

ZEYNEP KURİŞ Amadekariyên Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku ji aliyê OSAD'ê ve tê amadekirin û dê di di 29'ê Cotmehê de dest pê bike, bi dawî bûn. Endamên jûriyê ku fîlmên beştarî mihrîcanê bibin diyar bikin jî, hatin aşkerekirin.

Komeleya Sînemakarên Rojhilata Navîn (OSAD) ji bo di qada sînemaya kurdî de xizmemetek baş pêş bixe û rê li pêş fîlmên nû yên kurdî veke di 29'e Cotmehê de mihrîcanê pêk tîne. Mihrîcana ku demek dirêj amadekariyên wê tên kirin, amadekarî bi dawî bû û li benda 29'ê Cotmehe ye. Komeleya Sînemakarên Rojhilatanavîn (OSAD), piştî Mîhrîcana Filmên Belgefîlm a Fîlm Amed dê Mîhrîcana Fîlman ên Amedê ya Navneteweyî li dar bixe. Dê di mîhrîcanê de xelata ekolojiyê, xelata azadiya jinê, xelata dewlemendiya çandî û xelata naveroka civakî ya herî baş bê dayîn. Di mîhrîcanê de berovajî feraseta pêşbirkê dê feraseta hevparbûnê pêş bikeve. Mihrîcan de di navbera 29'ê Cotmehê 4'ê Mijdarê de pêk tê. Heta niha gelek kesan serî li mihrîcanê dan. Di pêşnirxandina jûrî de gelek fîlm nehatin hilbijartin. Di mihrîcanê de dê fîlmên kin, dijrêj û belgefîlm bên nirxandin. Di mihrîcanê de dê filmên Bênder, Li Vir, Meş, Rêç, 10 Çirkê, Kirik Midyeler ji bo tevli mihrîcanê bibin hatin hilbijartin. Di beşa fîlmê kin de One Shot, Qilm (Kesit), Land Of The Heroes, Xodika Reş, Peyarê (Sidewalk), Ali Ata Bak, Bê Bersiv, Toros Canavarı, Lorîna Kewên Mirî Kolanek Li Paş Malê Me dê bên nirxandin. Di beşa belgefîlman de, Ez Firîyam Tu Ma Li Cih, Awazên Axê, Min Rastî Nivîsand, Anlat Bana, Halepçe, Masîwanen Bejîyê û rawestîn dê bên nirxandin.

Di mihrîcanê de di qada mihrîcana fîlmên navnetneweyî de endamên jûrî Mikail Aslan, Ayşe Polat, Yuksel Yavuz, Rugeş Kirici, Mustafa Gundogdu, ji bo senaryoyê jî Ahmed Huseynî, Mizgin Bîngol, Deniz Gunduz, Îlhan Bakir û Erol Balci dê cih bigirin.

Dê 56 fîlm bên hilbijartin

Di mihrîcanê de fîlmên ku di navde Fîlmê bin zikerê yê Zekî Demirkubuz, Meseleya Welat a Îsa Yildiz, Yek momik du momik ê Jano Rosebian û gelek fîlmên din jî di navde dê 56 fîlm bên pêşandan. Der barê mihrîcanê de endamê OSAD'ê Emin Dogan, diyar kir ku mihrîcana ku ew pêk tînin li Kurdistanê xebatek yekemîn e. Dogan, anî ziman ku ew dixwazin bi vê mihrîcanê têkoşîna gelê kurd a raperînê tomar bikin û pêşkêşî hemû civaka cihanê bikin.

Dê 7 rojan berdewam bike

Dogan, da zanîn ku mihrîcana ku ew pêk bînin dê 7 rojan berdewam bike û pêşandana nêzî 100 fîlman dê pêk bê. Dogan, destnişan kir ku armanca wan a sereke sînemageriya kurd pêş bixin. Dogan, anî ziman ku gelek derhênerên kurd hene, lê hemû ji hev qut in.

(mae)


Bêjeyên Miftehî