Mihrîcana Fisteqan didome
10:23 29.09.2013 SÊRT (DÎHA) - 4'emîn Mihrîcana Rasthatina bi Xweza û Fisteqan re ya Sêrtê bi şanoya "Xulamê Du Xwedî" berdewam kir.
4'emîn Mîhrîcana Rasthatina bi Xweza û Fisteqan re ya Sêrtê bi dirûşmaya "Ji bo çareseriya demokratîk çand di xwezaya Botanê de tên gel hevdû" ku di 27'ê îlonê de dest pê kir, bi bernameyên cuda didome. Mihrîcana ku ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve tê lidarxistin, bi şanoya Xulamê Du Xwedî berdewam kir. Şevê din li Amfiya Girê Kizlarê şano hat lidarxistin. Di şanoya "Xulamê Du Xwedî" ku bi kurdî ji aliyê Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye amadekirin bi girseyî hat temaşekirin. Şanoya ku derhêneriya wê Rukmettin Gun dike ji aliyê zêdeyî hezar kesan ve hat temaşekirin. Di şanoyê de şaredar, endamên meclîsê û rêveberên BDP'î jî cih girtin.
(mae)