Mihrîcana Fistiqan a Sêrte bi konserê domiya
20 hezar kes beşdarî konsera Mihrîcana Fistiqan a Sêrte bûn
2'yemîn Mîhrîcana Fistiqan a Sêrtê ya ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve bi slogana "Ziman û Çand li Xwezaya Botanê digêjin hev" bi konserê berdewam kir. Di konsera ku 20 hezar welatî tevlêbûn de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku Serokwezîr Erdogna dibêje "Em dê destnedayina wan rakin" û wiha got: "Em dibêjin hûn bê minet in. Ez bang li Erdogan dikim û dibêjim min di hilbijartina par de 50 hezar deng girtibû. Ger ku ez yek dengî kêm bigirim ez dê îstîfa bikim.
2'yemîn Mîhrîcana Fistiqan a Sêrtê ya ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve bi slogana "Ziman û Çand li Xwezaya Botanê digêjin hev" bi konsera 20 hezar kes amade bûbûn berdewam kir. Konser li Girê Roviyan hate lidarxistin. Di konserê de pirtûkên çîrokan ên kurdî li welatiyan hatin belavkirin. Mihrîcanê piştî bafirokan a ji bo zarokan di saetên êvarî de li Statyuma Bajar konser hate lidarxistin. Beriya konser li statyumê dest pê bike polîsan Stadyum dorpêç kir û tedbîrên mezin girtin. Di konserê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, Rojnameger Cengiz Çandar, Endamê meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê jî di navde nêzî 20 hezar kes amade bûn. Girseya ku bi piranî ji ciwanan pêk dihat, jinan jî bicilên xwe yên neteweyi bal kişandin ser xwe. Girsê di konserê de bê navber sloganên "Biji Serok Apo", "Şehît namirin", "PKK gel e, gel li vir e" û "Ji Ocalan re azadî" berz kirin. Konserê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye bi rêzgirtina deqeyekê dest pê kir.
Sadak: Divê Serokwezîr daxwazên girtiyan bibersivîne
Di konserê de Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, diyar kir ku niha 8 hezar siyasetmedarên kurd girtî ne û girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin ketine gireva birçîbûnê. Sadak bagn li Serokwezîr Erdogan kir û xwest daxwazên girtiyan bibersivîne. Sadak, anî ziman ku muxatap Ocalan e û xwest bi Ocalan re muzakereyan berdewam bike.
Kişanak: Pirsgirêk dê li ser masê çareser bibe
Piştî axaftinê, Sadak ji ber xebatên Serokê Yekîtiya Fistiqên Sêrtê Şuayip Aslan a der barê fistiqên Sêrtê de plaket da Aslan. Piştre Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku Serokwezîr Erdogna dibêje "Em dê destnedayina wan rakin" û wiha got: "Em dibêjin hûn bê minet in. Ez bang li Erdogan dikim û dibêjim min di hilbijartina par de 50 hezar deng girtibû. Ger ku ez yek dengî kêm bigirim ez dê îstîfa bikim. Rêya çareseriyê dê gel nîşanî me bide. Pirsgirêk dê li ser maseyê çareser bibe. Pirsgirêk dê bi muhatabbûna Brêz Abdullah Ocalan çareser bibe."
Piştî axaftinan Xwejin Botan derket ser dikê û konser da. Pişt re hunermend Îlkay Akkaya û Diyar derketin ser dikê û star gotin. Girsê di konserê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kir.
(mae)