Mihrîcana Qerejdaxê bi konserê berdewam kir
10:20 20.10.2013 1 / 13 RIHA (DÎHA) - 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunere ya Qerejdaxê bi konseran berdewam kir.
Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Qerejdaxê ku ji aliyê Şaredariya Wêranşarê ve pêk tê bi şahî û konseran berdewam dike. Di konsera şevê din de ewil Koma Arya ya di bin baneya Çand û Hunerêya MED'ê ya Wêranşarê de xebatê dimeşîne derket ser dikê. Piştre Mizgin Tahir derket ser dikê û bi awaza xwe ya zîz û bilind stranên xwe yên çanda dengbêjiyê pêşkêş kir. Mizgin Tahîr bi stranên xwe yê opera sewta dengbêjiyê li beriya Wêranşarê belav kir eleqeyek mezin kişand. Di konserê de peyama Şaredara Wêranşarê Leyla Guven ku 4 salin ji doza KCK'ê hatiye girtin hat xwendin. Guven, anî ziman ku gelê Wêranşarê dê bersîva girtinê di hilbijartina 2014'an de bidin hikûmetê.
Di konserê de posterên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz (Egit) û Zilan hatin daliqandin. Bi hezaran kesên tev li konserê bûn bê navber siloganên "Ocalan" ber kirin. Disa pankarta ku li ser îmzeya Înîsiyatifa Gel a Rihayê hebû a "An bi Rêber Apo jiyanek azad, an jî nejî û nede jiyandin", "Şerê siyasî, şerê welatparêzî, Şerê xwedîderketina dîrok û axê ye" hat vekirin. Konser bi starên Zelal Gokçe, Îlkay Akkaya heta derengê şevê berdewam kir.
(mae)