1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mihrîcana zarokan di roja sêyemîn de coş da beşdaran
Mihrîcana zarokan di roja sêyemîn de coş da beşdaran,mihrîcana,zarokan,di,roja,sêyemîn,de,coş,da,beşdaran

Mihrîcana zarokan di roja sêyemîn de coş da beşdaran

A+ A-

QAMIŞLO – Yekem Mihrîcana Zarokan a kantona Cizîrê bi şano, stran, û govendên nû yên komên zarokan di roja xwe ya sêyemîn de dom kir.

Yekem Mihrîcana Zarokan a kantona Cizîrê di roja xwe ya sêyemîn de bi beşdarbûna koma Jiyan a Şano ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, Koma Şehîd Şînda ya Muzîkê, Koma Şehîd Yekta ya Şano, Koma Kulîlkên Mizgîn ên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Waşoukanî ya Serêkaniyê di roja xwe ya sêyemîn de dom kir. Bi dehan welatiyî jî beşdarî mihrîcanê bûn.

Koma Jiyan şanoyek pêşkêş kir, her wiha koma Şehîd Şînda beşek muzîk pêşkêş kir û koma Şehîda Yekta Şanoyek pêşkêş kir. Her wiha koma Gulîlkên Mizîn jî govendên herêmî pêşkêş kirin.

Mihrîcan bi beşdarbûna hejmareke zêde ya welatiyan hate lidarxistin, beşdar bi xelekên hatin pêşkêşkirin kêfxweş bûn.

Mihrîcan dê heta 10’ê tebaxê dom bike.

(dc/ra)

ANHA