Mihrîcana Çand û Hunerê ya Berçelanê didome
Di mîhrîcana Berçelanê de gel azadiya Ocalan qêriya
COLEMÊRG (DÎHA) - Mihrîcana Çand û Huner a Berçelanê ya 1'emîn ku ji aliyê Şaredariya Colemêrgê pêk tê bi tevlibûna hezaran welatî ve berdewam dike. Kêyf û kelecana welatiyan di roja duyemîn de jî bi coş berdewam kir
Mîhrîcana Çand û Huner a Berçelanê ya 1'emîn ku ji aliyê Şaredariya Colemêrgê ve hatibû organîzekirin du roja duyemîn de bi tevlibûna hezaran welatî ve li Zozanên Berçelanê bi konser û çalakiyên cur be cur berdewam kir. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de parlamentera BDP'a Colemêrgê Esat Canan, BDP'a navçeya Çelê, alîkarên şaredarên herêmê, Komeleya Çand û Hunerê a Şemzînan û Komeleya Çand û Hunerê ya Gever û gelek mêvanên ku ji hikûmeta Federal a Kurdistanê hatibûn tevli bibûn. Li qada ku mîhrîcan pêk hatibû de nêzî 500 wesayît û bi sedan kon hatibûn vedan. Ji bilî kona ku welatiyan anîbûn, kona tenduristiyê û wesayîta ambulansê jî li qadê hebû. Ji ber ku Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş nikaribûn tevli mîhrîcanê bibin peyamek rê kirin û peyama wan di mîhrîcanê de hat xwendin.
Hesreta zozanan
Welatiyên ku tevli mîhrîcanê bûn bi kincên xwe yên herêmî qadê bi rengan xemilandin. Li cihê qadê endamên yekîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) wesayîtên ku dihatin cihê qadê kontrol dikirin. Ciwanan diyar kirin ku kontrolkirina wan a ji bo wesayîtan ji bo ku malzemeyên hişbir neyê bikar anîn e. Her wiha li ber posterê sê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a ku li Parîsê hatin qetilkirin jinan nobet digirtin. Welatiyên ku bi salan e ji ber dagirkirina dewleta tirk nikaribûn biçûn mêrg û zozanên xwe bi pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, hesreta xwe ya li zozanan bi Mîhrîcana Çand û Huner a Berçelanê ya 1'emîn derbas kirin.
Pêşbirga agahiyê pêk hat
Dibin bernameya mîhrîcanê de her wiha ji aliyê KURDÎ-DER û Şaxa Egîtîm Sen a Colemêrgê ve pêşbirka agahiyê hat lidarxistin. Pêşbirka ku pirsên wî li ser dîroka kurd hatibû amadekirin de di nava 5 ekîban de ekîba 'Şitla Azadiyê' bi ser ket. Bi şev ji ber ku Zozanên Berçelanê sar e, welatiyan ji bo xwe germ bikin agir dadan û li dor agirê govend gerandin. Di berdewamiya bernameya mîhrîcanê de Hevseroka BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt axivî û wiha got: "Di serî de ez rêheval Zîlan, Bêrîtan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Medenî Yildirim a ku ji aliyê leşkerên komara tirk ve li Licê hat qetilkirin û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Bi salan e ku çiyayên me çiyayên Kurdistanê li gelê me hat qedexekirin. Lê belê niha bi saya şehîdên şoreşê û zarokên vî gelê em li çiyayên xwe şahî li dar dixin. Serokê Giştî ya KESK'ê Lamî Ozgen jî tevli mîhrîcanê bû û diyar kir ku berxwedana ku li qada Taksîmê ji bo Parka Geziyê hat lidarxistin mînaka xwe ji têkoşîna li herêma Kurdistanê sitandiye û wiha got: "Kesên ku li qada Taksîmê li hemberî panzêr û gaza îsotê li ber xwe dan ji xwe re têkoşîna gelê kurd a bi salan e ku li hember neheqiyê li ber xwe didin mînak girtin. Bi salan e ku herêma rojavayê Tirkiyeyê bêdeng e, niha ji nû ve empatî dixwazin bikin. Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin ne tenê ji bo pirsgirêka kurd, ji bo azadbûyîn û demokratîkbûyînek e a ji bo hemû gelan e."
'Azadiya Ocalan nêzîk e'
Di mîhrîcanê de parlamentera BDP'a Colemêrgê Adil Zozanî jî axivî û bi bîr xist ku dê yekitî û têkoşîn ji gelê kurd re azadiyê bîne û wiha got: "Me her tim digot. Dema ku em bibin yek dê em ê bi ser bikevin. Ji ber yekitiya di navbera kurdan de îro ji bo kurdan deriyê azadiyê vebûn e. Îro ev roj e. Bi salan e ku kurd ji Rêberê Gelê Kurd re silavan dişandin. Lê belê niha Rêberê Gelê Kurd ji gelê xwe re silavan dişîne. Bi salan e ku ji aliyê komara tirk ve zilm û zordariyên li ser gelê kurd kêm nebûne. Êdî em dibêjin ku 'bes'e. Îro tu kes nikare hebûna gelê kurd înkar bike. Gelê kurd bi saya têkoşîna şehîdên xwe polîtîkayên red, înkar û pişaftinê vala derxist û têk bir. Êdî îro gelê kurd di erdnîgariya xwe de dîroka azadiya xwe nivîsandiye." Zozanî diyar kir ku dema yekitiya di navbera kurdan de bê xurtkirin dê di mîhrîcanên pêş de şervanên azadiyê jî di mîhrîcanê de cihê xwe bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me her tim digot heger ku em bibin yek dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê azad bibe. Êdî roj hatiye û ew roj niha ye, di demek kurt de dê birêz Abdullah Ocalan azad bibe." Piştî axaftinan hunermend Seyda Perînçek derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Di dema strangotina hunermend de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz ji girê li hemberî dikê di destê wan de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û YDG-H'ê hebû bi meşaleyan ketin qadê. Bi ketina ciwanan a qadê de li çar aliyên qadê fişekên hewayî hat avêtin. Her wiha di wê demê de hinek dayik xwe ranegirtin û giriyan.
(aw/mae)