Mihrîcana Çand û Sporê bi coşeke mezin bi dawî bû
09:12 05.04.2014
MEXMUR (DÎHA) - Li wargeha penaberan a Şehît Rustem (Mexmûr) Mîhrîcana Çand û Sporê ya her sal li wargehê tê lidarxistin bi coşeke mezin bi dawî bû.
Mîhrîcana Çand û Sporê ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ku her sal bi armanca rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji aliyê Dibistanan û Meclîsa Îştar ve tê li darxistin, îsal jî bi heyecanek mezin di 02'ê Nîsanê dest pê kir û duh (04 Nîsanê) bi coşeke mezin bi dawî bû. Gelê wargehê di roja dawî de bi hatina roja dayîkbûna rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan li dibistana Ş. Jiyan dar çandin. Piştî wê li cihê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr şahiyê dewam kir. Berî dest bi şahiyê bikin edama koordînasyana meclîsa gel a demoratîk Rozerîn Yildiz axaftine kir. Yildiz diyar kir ku di serî de roja dayikbûna rêberê gelê kurd li hemûyan pîroz dikin û wiha got: "Ji vir hetanî Îmralî silav û hezkirinên xwe dişînin. Gelê kurd li hemû derê kurdistanê coşa azadiyê dijî. Li bakûrê kurdistanê hilbijartinên herêmî hatin kirin. Gelê kurd li wir vîna xwe danî holê. Li rojava em di nav germaya şoreşekî de ne. Bi germahiya şoreşa rojava û vîna gelê bakûr ez we hemûyan silav dikim. Dîsa rojabaûna Rêber Apo li we hemûyan pîroz dikim. Weke jinan me dest bi kampanyayek nû kir. Bi ruhê we kampanyayê em we hemûyan dewetî çalakiyan dikin. Bila sala 2014 bibe sala azadiya rêber Apo"
Piştre nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji bo 4'ê Nîsanê şandibû hat xwendin. Piştî xwendina nameyê bê navber silogana "Bijî serok Apo" hat berzkirin. Xwendina nameyê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.
Li vê derê dîsan pêşbirkên dinavbera dibistanên wargehê de destpêkirin û li wê derê bi heyecan û coşeke mezin pêşbirk hatin temaşekirin. Danê sibê şahî hemû pêşbirkên çand û hunerî bûn.
Mihricanê piştî nîvro jî bi tevlîbûna hezaran şêniyên wargehê û gelek mêvanên ku ji derve hatî dewamkir. Koroyên zarokan, govend û stran hatin gotin, komên wargehê yên ku derketin bi stranên xwe gel coşandin. Piştî wê pasteya ku ji bo rojbûna rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan hatî çêkirin anîn ser dikê. Dayîkên şehîdan, endamên meclîsê û zarokan paste qet kirin û gel jî bê navber duruşmeyên dilsoziyê yên bi rêberê PKK’ê Ocelan re avêtin. Herî dawî jî hunermend Nuarîn derket ser dikê û gel coşand. Gelê wargehê bê navber sloganên “bijî rêber Apo, çarê nîsanê li rêber pîroz be” qêriyan. Gelê wargehê li ber stranên hunermend Nuarin govend girtin û bê navber disan slogan avêtin. Piştî hunermend Nuarin navê yekemînên pêşbirkên ku dinava dibistan û xwendevanan de hatin kirin hat gotin.
Mihricana ku ev 3 rojin dewam dike, bi hemû xebatên spor û çandî jî heyî rastî eleqeyek mezin a gelê wargehê hat. Bi vê coşê Mihricana çand û Sporê ya li Mexmûr bi dawî bû. Gel herî dawî govend girtin û slogan avêtin û mirican bi dawî bu.
(mae)