Mijara Bernama Taybet ya Hello Washington YPG Bû
A+
A-
Robîn Reşvan
(Dengê Amerîka) Di bernama Hello Washinton a Dengê Amerîka de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berfirehî hate gotûbêj kirin.
Berpirsê Giştî yê Ragihandina YPG Polat Can tev li vê bernameya taybet bû û bersîva pirsên Dengê Amerîka û rojnamevanên Kurd dan.
Birêz Can ser rewşa heyî ya pevçûnên navbera YPG û grubên tundrê, peywendîya YPG bi Cebhet el Ekrad û grubên din yên nav Artêşa Azad nirxandinên xwe pêşkêş kirin.
Polat herwiha agahîyên girîng li ser hejmara şervanên YPG û yên YPJ dan û nêzîkbûna pêkhatîyên etnîkî li hember TPG jî şîrove kir.
Di bernameyê de rojnemavanên Kurd Dawud Çîçek, Xecîan Farqîn, Elînda Ahmed, Kemal Çomanî, Meksîm Îsa û Serdar Derwîş jî bi pirs û şîroveyên xwe bernamê dewlemend kir.
Bêjeyên Miftehî mijara,bernama,taybet,ya,hello,washington,ypg,bû