‘Min azadiya xwe di nava YPJ’ê de dît’
HESEKÊ– Hezkirina ji Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re, armanc û têkoşîna wê ji bo azadiya jinan, parastina rûmeta gel bêyî ku pêkhate, ol û mezheb berçav bigire, beşdarbûna birayê wê û bandorbûna wê bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê azadiya jinan de, hişt ku jineke ciwan a bi navê Suhêr Salih a ji pêkhateya ereb beşdarî nava refên YPJ’ê bibe. Suhêr wiha dibêje: “Ez wekî keçeke Ereb min azadiya xwe di nava refên YPJ’ê de dît.”
Suhêr Mihemed Salih (Roj Dêrsim) jineke ciwan 20 salî û ji pêkhateya ereb e. Ji welatiyên bajarê Helebê ye û bi malbata xwe re di sala 2007’an de li herêma Cizîrê bi cih bûn. Ji ber karê bavê wê ku di asayîşa rêjîma Sûriyê de dixebitî li gelek deverên Sûriyê geriya ye û herî dawî li bajarê Amûdê ya herêma Cizîrê hate erkdarkirin.
Suhêr Salih li bajarê Amûdê jiyana welatiyên Kurd a xwezayî ku bi hezkirin, dilsozî û rêzgirtinê dagirtî ye, ji nêz ve nas kir. Di dema dibistanê de û têkliyên wê bi hevalan re dan û standina wê bi welatiyên Kurd re zêde bû û bi vê yekê hezkirineke xurt ji gelê Kurd re li ba wê çê kir.
Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê Suhêr Salih bi hevalên xwe yên Kurd re beşdarî gelek xwepêşandan û çalakiyan bû. Her wiha di ragihandina buyeran de li ser malperên înternêtê jî gelekî çalak bû.
Suhêr Salih şervanên YPG’ê û YPJ’ê di berxwedana wan a li hemberî çeteyan li bajarê Serêkaniyê ya ji bo parastina rûmeta gelan cara yekemîn nas kirin. Bi berxwedana şervanan li hemberî çeteyan baweriya wê bi gelê Kurd û têkoşîna wî ji bo azadiyê zêde bû.
Suhêr Salih bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî bi bandor bû û bi taybet rêbazên wî ji bo azadiya jinan. Vê yekê hişt ku bi dilekî germ û coş beşdarî nava refên YPJ’ê bibe.
Her wiha beşdarbûna birayê wê ku bi navê Lewendê Hesekê di nava YPG’ê tê naskirin, bandoreke mezin li wê kir û bi piştgirya dayîk û birayê wê piştî ku dît ku hêza yekemîn ya parastina hemû pêkhateyan dike, biryar beşdarbûna nava YPJ’ê girt.
Bavê Suhêr Salih ji ber ku di asayîşa rêjîma Sûriyê de bû, ji bo beşdarbûna wê nerazî bû, lê Suhêr biyara xwe girt û ji biryara xwe daneket. Piştî ku malbat ji bajarê Amûdê çûn bajarê Hesekê, Suhêr berê xwe da navenda YPJ’ê û di mijdara 2013’an de bi awayekî fermî beşdarî nava xebatên YPJ’ê bû.
Suhêr Salih piştî beşdarî perwerdeyên bîrdozî û leşkerî bû, cihê xwe di berxwedana li hemberî çeteyan li bajarokên Tilberek û Til Hemîs girt.
Suhêr Salih wekî şervaneke YPJ’ê derbarê tecrubeya xwe de ji nûçegihana ANHA’yê re axivî û wiha anî ziman: “Ez bi beşdarbûna xwe di nava refên YPJ’ê de gelekî kêf xweş im. Ez temamî bi bawer im ku ez li cihê rast im. Ez wekî keçeke ereb azadiya xwe di nava YPJ’ê de dibînim. Ez bang li hemû jinên ciwan ên Kurd, Ereb Xiristiyan dikim ku beşdarî nava refên YPJ’ê bibin û cihê xwe di têkoşîna azadiya jinan de bigirin.”
Suhêr Salih di berdewama axaftina xwe de got ku ji bo ew kesayeta xwe xurt bike, hêvî dike tevlî nava refên Gerîla bibe û derbarê doza jinan de şareza bibe.
Şervana YPJ’ê Şevîn Serhed derbarê kesayeta Suhêr Salih de wiha got: “Suhêr bi ramanên xwe yên azad û dilgermiya wê li me hemûyan bandor dike. Bi baldarî û lehngî di hemû pevçûnên beşdar bû de şer dike. Em wê wekî sembola jiyana hevbeş û yekîtiya gelê Kurd û Ereb dibînin.”
(ekîp)