1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Min KCK li dadgehê dît: Matmayî mam'
'Min KCK li dadgehê dît: Matmayî mam',min,kck,li,dadgehê,dît,matmayî,mam

'Min KCK li dadgehê dît: Matmayî mam'

"Ev rêxistineke çawa ya çekdarî ye mirov nikare fêm bike"

A+ A-

GULER CAN Erman Ergîn a piştî nexwest di pêvajoya pêvçûnê de zarokên xwe rêbike leşkeriyê û ji doza KCK'ê ya Stenbolê hatiye girtin diyar kir ku piştî wî nexwest zarokên xwe rêbike leşkeriyê pergala KCK'ê nas kiriye û got; "Ev rêxistineke çawa ya çekdarî ye mirov nikare fêm bike. Partiya wê, rêziknameya wê, parlementer, şaredar û bi milyonan hilbijêrên wê hatine girtin û ev girtin berdewam dike. Herhal li tu deverên cîhanê rêxistineke wisa çekdarî nîn e."

Erman Ergîn ku heta salekê beriya niha tu eleqeya wê bi siyasetê re tune bû, di dema leşkeriya zarokên xwe de ji bo wan winda neke têkoşîneke bê hempa daye û bi polîtîkayê re hev nasîne, di nav 140 jê girtî, 205 siyasetmedarên kurd ên li Stenbolê ji doza KCK'ê tên darizandin de ye. Seroka BDP'a Umraniyê ya berê Ergîn ku li girtîgeha Bakirkoyê girtî ye bi nameyekê pêvajoya dozê vegot. Ergîn di nameya xwe de diyar kir ku navê wê wekî nasnas Asuman derbasî dosyayê bûye û got; "Heta roja ez hatim girtin min nedizanî ez endamê rêxistina çekdarî me, KCK'î me. Temenê kesên hatine girtin di navbera 50 70 de diguhere. Piraniya girtiyan jî nexweş in. Ev rêxistineke çawa ye eqlê min nagire. Partiya wê, rêziknameya wê, parlementer, şaredar û bi milyonan hilbijêrên wê hatine girtin û ev girtin berdewam dike. Herhal li tu deverên cîhanê rêxistineke wisa çekdarî nîn e."

Ergîn destnîşan kir ku pergala KCK'ê yekemîn car li dadgehê guhdar kiriye û wiha axivî: "Meclîs û rêziknameya me jî heye lê pergala KCK'ê gelekî berfireh e. Naveroka pergalê wekhevî, demokrasî, edalet, azadî, jin xwest û zarokan diparêze, dewlet û îxtîdarê esas nagire. Lê dozgerê ku îdîaname amade kiriye di gotina xwe ya "Kurdistana Serbixwe" de israr dike, her wiha vê yekê wekî delîlê sûç nîşan dide.

'Di vê pergalê de sûc nîn e'

Ergîn anî ziman ku di pêvajoya darizandinê de der heqê pergala KCK'ê de agahî girtiye û bal kişand ku di tu peyvên vê pergalê de sûc nîn e. Ergîn wiha axivî: "Ev pergal mirovan esas digire. Dewlet netew û sînoran nehewce dibîne. Yekitî û biratiya gelan pêşve dibe. Di vê pergalê de rûxandina dewletê û xebata wê nîn e. Mirovên ji rêzê nikarin pergaleke bi vî rengî bixin meriyetê."

'Bêhn dayîn û standina me jî sûc e'

Ergîn derbirî ku ew ne KCK'î ne û girtinan jî cidî nakirin. Ergîn destnîşan kir ku îdîanameya 2 hezar û 400 rûpelî jî nexwendine û wiha pê de çû: "2 hezar û 400 rûpel çawa tê xwendin ew jî mijareke cuda ye. Axaftinên telefonan, civîn, xebatên partiyê, daxuyaniyên çapemeniyê, pîrozbahiyên rojên diyar, pirtûk, kovar hemû tişt sûc nîşan dane. Bi kurtasî bêhn dayîn û standina me jî sûc e."

'Dewlet jî dizane em têkoşîna demokrasiyê didin'

Ergîn anî ziman ku di pêvajoya dadgehê de serokê dadgehê hemû daxwaz red kirine û helwesta dadgehê ya li hemberî wan dijminî bûye. Ergîn di berdewama nameya xwe de ev hevok rêz kirin: "Der heqê me de ji zû ve biryar dane, em hemû ji berê de hatine darizandin. Dadgeh tenê ya li ber çavan e. Darizandina me ya li derveyî Stenbolê jî ji bo hema ser wê bê girtin hatiye kirin. Em ne sûcdar in. Hemû cîhan jî vê yekê baş dizane, dewlet jî vê baş dizane. Em ji bo şer bidin rawestandin û ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiyan. Qaşo di nav sînorên demokrasiyê de me xebatên xwe meşandin. Lê mûxalîfî û cuda fikirandina me wekî sûc hat dîtin. Partiyeke siyasî çi dike me jî ew kir. Me nêrînên xwe yên girseya xwe û daxwazên wê anîn ziman. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyê çareser bibe me xebat meşandin."

'Heke BDP rêxistina çekdarî be dewlet çima bêdeng ma'

Ergîn bibîr xist ku BDP bi salan e heye û pirsa; "Gelo heke BDP rêxistineke çekdar be wê demê dewlet bi salan e çima deng dernexist" kir û wiha berdewam kir: "Wê demê yê sûcdar dewlet û rayedarên wê ne. Yên divê bên darizandin ne em in. Îxtîdara AKP'ê li girtîgehan herkes terkî mirinê kirine. Çapemeniya tirk ji bi sergirtina wê hatiye erkdarkirin. Ji derveyî çend navên hatine nasîn behsa kesekî nakin. Jiyana bi deh hezaran mirovan, pêşeroja wan, êşên kişandine, xizmên wan hene. Çîrokên bi êşê dagirtî hene. dozger, dadger ceza ser ceza dibire. Ji bo wan jiyanên reşbûyî, êşên hatine kişandin ne girîng in. Ya girîng nêrîna wan e. Dewlet pîroz e mirov bê nirx e. Mirov ji mirîşkan bênirxtir in. Mirov li girtîgehan bi awayeke zindî tên binerdkirin. Ez wisa difikirim ku hestên wan nîn in. Makîneyên mirovan dihelînin in. Ji ber van pêkanînên dewletê her sal bi hezaran mirov dimirin, komkujiyên jinan, qezayên trafîkê, têkoşîna bi terorê, nexweşî, jar û xizanî… Ma berpirsên van mirinan ne dewlet û rayedarên wê ne? Tevahî vana dê bibe lekeyeke reş."

Ergîn da zanîn ku heta salekê berê jî tu eleqeya wê bi siyasetê nebû lê ji ber pêvajoya pevçûnan wê nexwestiye zarokên wê biçin leşkeriyê û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Min êşa dayîkan hê baştir fêm kir. Ji bo pevçûn rawestin, pirsgirêka kurd çareser bibe ez ketin nav siyasetê. Me aştî neanî, para dewletê di vê yekê de pir zêde ye. Ji ber ku me aştî neanî ji zarokên xwe û hemû gelên Tirkiyeyê lêborînê dixwazim. Bang li dayîk û bavên xwedî wicdan dikim ku heke naxwazin zarokên wan bimirin bila rênekin leşkeriyê û ji bo aştiyê têbikoşin. Dewlet tu caran vê pirsgirêkê çareser nake."

(ak)