1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mirazê DAIŞ'ê di çavê wî de ma!
Mirazê DAIŞ'ê di çavê wî de ma!,mirazê,daiş,ê,di,çavê,wî,de,ma

Mirazê DAIŞ'ê di çavê wî de ma!

A+ A-

ÎSMAÎL ESKÎN

KOBANÊ (DÎHA) - Mirazê çeteyên DAIŞ'ê ku ev 20 roje li hemberî Kobanê êrîşan dikin û digotin wê nimêja cejnê li Kobanê bikin, di çavê wan de ma. Çeteyên ku dixwestin têkevin Kobanê rastî berxwedana şervanên YPG/YHJ û milîsên kurd hatin û piştî ku gelek cenaze li du xwe hiştin rewiyan.

Çeteyên DAIŞ'ê bi dehan endamên xwe û çekên giran ev 20 roje li hemberî Kantona Kobanê êrîşên giran pêk tîne. Çeteyan wisa plan kiribûn ku di Cejna Qurbanê de têkevin kantonê, lê ev plana wan bi berxwedena YPG/YPJ û gelê Kobanê vala hate derxistin. Şervanên YPG/YPJ û gelê Kobanê ku cejnê di çeperên şer de pêşwazî dike, ji bo parastina axa xwe li hemberî êrîşên çeteyên hov DAIŞ'ê dîroka berxwedanê bi tîpên zêrîn ji nûve dinivsin. Berxwedana Kobanê ku li gel hemû hêza teknîka mezin didome, wisa xuyaye ku wê çarenûsa Kurdistan û Rojhilata Navîn diyar bike. Gelê Kobanê ku axa xwe wekî "Namûsê" dinirxîne li hemberî hemû êrîşên hov yên çeteyan, bi vînek wek pola di vê cejnê de mirazê çeteyan cardin di çavê wan de hişt. Şervanên kurd bi ruhek fedayî beyî, av, xwarin, çek û ceyran jî bi berxwedana xwe nahêlin çete li cih qeliqin.

Şervanên YPG/YPJ û şervanên kurd li gel hemû bedelan bi ser esasa şerê şoreşgerî yê gel li hemberî van êrîşan disekinin xwe ji bo şerê kolanan amade dikin. Yekîneyên parastinê da zanîn ku ger çete têkevin nava bajêr wê windahiyên gelek mezin bidin, loma ew dê her malek Kobanê ji çeteyan bikin goristan.

Çeteyên DAIŞ'ê roja erefeyê bi hemû hêza ya ji derdorê aniye û çekên giran xwest ku têkeve Kobanê. Lê rastî dîwarê berxwedanê yê şervanên kurd a wekî pola hatin û hemû hêza çeteyan hate şikandin. Hêzên YPG/YPJ'ê bi taktîkên xwe yên şerê gerîlla gelek windahiyên giran didin çeteyan. Çeteyên DAIŞ'ê ku bi çekên giran nava rojê êrîş li Girê Miştenûr kirin, ji ber ku encam negirtin, hewl dan ku şevê gir bidest bixin. Lê ev hewldanan çeteyan bi hezîmetê encam da. Çeteyên ku xwestin dizikî gir dest bixin, gelek mirî li dû xwe hiştin û ji heremê reviyan. Şervanên YPG piştî êrîşa çeteyan tililî vedan. Piştî vê êrîşê miraza çeteyên ku digotin "Em ê nimêjê li Kobanê bikin" di çavê wan de ma.

(lg)