Mirina zarokan protesto kirin, ji KCK’ê hatin girtin!
Sedema girtina 9 jinên endamên KESK’ê yên ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de hatin girtin, aşkere bû; protestokirina mirina zarokan, xwestina mafê tenduristî, beşderbûna komcivînên perwerde û perwerdehiya zimanê zikmakî!
Sedema girtina 9 jinên endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) ên ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de li Enqereyê hatin binçavkirin, li dadgehê hatin girtin, pir balkêş û seyr e.
Dozger beşdarbûna jinên sendîkavan a bo komcivînên perwerde, perwerdehiya zimanê zikmakî û tenduristiyê weke hêmanên suc nîşan da û wana weke “endamên rêxistinê” nîşan da.
Lê sucdarkirina balkêş û sosret a li hemberî jinên KESK’î ew e ku sala 2008’ê, ji ber mirina zarokan a di Nexweşxaneya Zekai Tahir Budak ya Enqereyê, li ber Wezarata Tenduristiyê daxuyanî dane çapemeniyê û çalakiyên din li dar xistine. Piştî zêdebûna mirina zarokan a di nexweşxaneyê de endama Sendîkaya Kedkaran a Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) Seher Tümer a ku di nexweşxaneyê de dixebitî, agahî dabû sendîkaya xwe û ev çalakî dest pê kiribûn. Dozger vê yekê jî weke hêmana suc nîşan da.
Piştî ku Tumer têkildarê mirina zarokan agahî dabû sendîkayê û bi raya giştî re hate parvekirin, ji peywirê hatibû avêtin. Her wiha, bi hinceta beşdarî pîrozbahiya Newroza li Enqereyê û daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê ÎHD’ê ve hate lidarxistin bûye, hatibû binçavkirin û bi hinceta “endama rêxistinê ye” doz lê hate vekirin û der barê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
GOTINA ‘JI MIRINA ZAROKAN RE NA’ SUC E!
Vê lêpirsînê berê jinên sendîvan da girtîgehan. Dozgeriyê îdîa kir ku navê van jinên endamên sendîkayan di vê belgeyê de ne. Her wiha, dozger pirsa beşdarbûna jinan a bo çalakiyên li dijî mirina zarokan hatine lidarxistin pirsî û ji ber ku jinên sendîkava piştgirî dane Tumerê jî ew jî bi hinceta beşdarî çalakiyan bûne hatin sucdarkirin.
‘EV NE SUC E’
Seher Tumer di 11. Dadgeh Cezayê Giran Enqereyê de sucdarkirina “endama rêxistinê” red kir. Sekretera Jinan a KESK’ê Canan Çalagan jî got; “Ji endamên KESK’ê pirsîne ka beşdarî doza KESK’ê ya li Îzmîrê bûne an ne. Ev biryarek a rêveberiyê em beşdarî dozên wiha dibin, jixwe ev yek ne suc e.”
ANF NEWS AGENCY