1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Misir baregehên DAIŞ’ê bombebaran dike
Misir baregehên DAIŞ’ê bombebaran dike,misir,baregehên,daiş,ê,bombebaran,dike

Misir baregehên DAIŞ’ê bombebaran dike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê 21 welatiyên Misrê serjê kir, balafirên Misrê dest bi bomberankirina baregehên DAIŞ’ê kir. Duh çeteyên DAIŞ’ê dîmenek belav kirin ku 21 welatiyên Misrê serjê dikirin. Ew welatiyên Misrê berî niha li kenarê Lîbya ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn girtin. DAIŞ’ê ew welatî li kenarê deryayê serjê dike û ava deryayê bi xwîna wan sor dibe. Piştî qetilkirina welatiyên Misrê, serokomarê Misrê Ebdulxaliq Sîsî di daxuyaniyekê de ew karê DAIŞ’ê şermezar kir û ji bo heftiyekê şîn îlan kir. Sîsî ragihand ku wê civînekê lidarbixin û ji bo stratejiya xwe ya li hemberî DAIŞ’ê nîşan bikin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê 21 welatiyên Misrê serjê kir, îro balafirên Misrê baregehên DAIŞ’ê yên li Lîbyayê bombebaran kir. Bomberan ji serê sibehê ve destpê kiriye.