Mislimanên Antî Kapîtalîst 'Pirsgirêka kurd' niqaş dikin
Di sempozyuma Mislimanên Antî Kapîtalîst a "Pirsgirêka kurd, Sûriye û Rojhilata Navîn a Mislimanan" de rojnameger Ayhan Bîlgen, diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de tenê gotinên nêta baş pirsgirêk çareser nabe.
Di sempozyuma Mislimanên Antî Kapîtalîst a "Pirsgirêka kurd, Sûriye û Rojhilata Navîn a Mislimanan" de rojnameger Ayhan Bîlgen, diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de tenê gotinên nêta baş pirsgirêk çareser nabe. Rojnameger Metîn Yegîn jî diyar kir ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka nasnameyê ye û di heman demê de pirsgirêka çînê ye jî.
Mislimanên Antî Kapîtalîst bi navê "Pirsgirêka kurd, Sûriye û Rojhilata Navîn a Mislimanan" li Salona Dahwetê ya Reng a navçeya Fatîha Stenbolê konferans pêk anî. Di sempozyuma ku ji 3 rûniştinan pêk hat de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Ahmet Ors, Rojnameger û nîvîskar Ayhan Bîlgen, Nivîskar Huda Kaya, Alimê Îlahiyatê Nivîskar Hidayet Şefkatlî Tuksal, Metin Yegin, Yavuz Delal axaftin kirin. Gelek kesên din jî tev li konferansê bûn. Ahmet Ors û nivîskar Ayhan Bilgen û Metîn Yegin di rûniştina ewil de axaftin kirin û li ser pirsgireka kurd rawestiyan. Ewil Ahmet Ors, diyar kir ku pirsgirêka kurd Rojhilata Navîn ji nêz ve eleqeder dike û xwest polîtîkayên îslamê yên li ser çavereseriyê bên pêşxistin. Ors, anî ziman ku derdorên misliman ên Tirkiyeyê li hemberî helwest û feresata Tirkiyeyê a li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd nabin xwedî helwest û bêdeng dimînin.
'Emperyalizm dixaze muxalifan bi pergalê ve bipelçimîne'
Ors, destnîşan kir ku emperyalizm dixwaze muxalifan di nava pergala xwe de bi helîne û bi pelçimîne. Nivîskar û rojnameger Ayhan Bîlgen ji ani ziman tenê bi nêta baş û gotinên xweş pirsgirêka kurd çareser nabe û xwest hikûmet gavên şênber û çareseriyê bavêje. Bîlgen, da zanin ku ew ji aliyê Sultanê bi gotinên xweş nayên rêvebirin û xwest her kes berê xwe bide gel û bi gel re bi axivin.
'Divê tenê pirsgirêka kurd bi îslamê neyê çareserkirin'
Bîlgen, da zanîn ku pirsgirêka kurd tenê bi polîtîkayê îslamê nayê çareserkirin û xwest ne tenê Tirkiye Rojhilata navîn jî pirsgirêkê bigre dest.
'Divê berî her tiştî zilm bi dawî bibe'
Nivîskar Metîn Yegin jî anî ziman ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka nasnameyê ye û di heman demê de pirsgireka çînê ye. Yegin, destnîşan kir ku pirsgirêk tenê bi îmzekirina peymana li ser kaxizê çareser nabe û lazime berî her tiştî zilma li ser gel tê meşandin ji holê rabe. "
Sempozyum didome.
DİHA