1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Misyona ‘Artêşa Turkmenan’ şerê li dijî PYD’ê ye
Misyona ‘Artêşa Turkmenan’ şerê li dijî PYD’ê ye,misyona,artêşa,turkmenan,şerê,li,dijî,pyd,ê,ye

Misyona ‘Artêşa Turkmenan’ şerê li dijî PYD’ê ye

A+ A-

SILÊMAN EHMED

EFRÎN – Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran ji destên YPG’ê xwarin, dewleta Tirk hewl dide bi şêwazekî nû êrîşî destkeftiyên gelê Rojava bike û li dijî Kurdan hêzeke leşkerî ya bi navê “Artêşa Turkmenan” di hundirê Sûriyeyê de ava dike.

Serkeftinên YPG/YPJ’ê û hêzên hevbeş li Kantona Cizîrê rûreşiya aliyên ku dijminahiya gelê Kurd dikin û bi taybet Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ku li Stenbolê bi cih bûye, eşkere kir. Her wiha dijminahiya AKP’ê bi gelê Kurd re ku li dijî hêzên YPG’ê îdîayên qirkirina etnîkî û guhertina dîmografiya herêmê dikir, eşkere kir.

Rûreşiya Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê û Tirkiyeyê

Piştî ku hêzên YPG’ê bajar û herêma Girê Spî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, hiş ji serê Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê û Hikûmeta Tirkiyeyê çû. Herduyan li dijî hêzên YPG’ê hemleyek reşkirinê di çapemeniyê de dane meşandin û hêzên YPG’ê bi qirkirina etnîkî tewambar kirin. Lê hemû îdîayên wan ji aliyê pêkhateyên herêmê ve vale hate derxistin. Mixabin li hemberî van îdîayan Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ku beşekî ji koalîsyonê ye bê deng ma.

Li di rastiyê de Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê bi van daxuyaniyan, rûreşiya xwe eşkere kir û niha ji aliyê hemû welatiyên Sûriyeyê ve zelal e. Lê armanc ji van daxuyaniyan ew bû ku rê li pêşiya destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê bi destên koalîsyonê were vekirin. Piştî herêma Girê Spî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin, hemû welatiyên herêmê bi Ereb û Turkmenên xwe vegeriyan malên xwe û hemû îdîayên Koalîsyonê û dewleta Tirk vala derxistin.

Rayedarên Tirkiyeyê jî li hemberî serkeftinên YPG’ê û YPJ’ê li herêma Girê Spî û li dijî çeteyên DAIŞ’ê gelekî tengezar bûn û derbarê mijarê de gelek daxuyanî dan û hêzên YPG’ê bi qirkirina etnîkî tewambar kirin.

Armanca destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de şerê li dijî destkeftiyên gelê Kurd e

Dewleta Tirk gelek caran di bin bihaneyên cuda de hewl da destwerdana leşkerî di Sûriyeyê bike û li dijî hêzên YPG’ê û YPJ’ê ku parastina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin şer bike. Ji bo ku dewleta Tirk desthilatdariya xwe li ser tevahî herêmê bike, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li pêşiya berjewendiyên wê asteng e. Ji ber ku dewleta Tirk nikaribû raste rast destwerdana Rojava bike, çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser dide şerkirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ji hêzên YPG’ê û YPJ’ê derbeyên giran xwarin û alîkariya hikûmet AKP’ê bi çeteyan re di gelek aliyan de eşkere bû, niha hewl dide bi şêwazekî nû êrîşî destkeftiyên gelên Rojava bike. Vê carê jî dewleta Tirk li pêşiya çavên Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê qaşo Artêşa Azad bi rêxistin dike, hêzeke leşerî û bi hinceta parastina Turkmenan di hundirê Sûriyeyê de ava dike.

Piştî ku bajarê Idlibê ji destên rêjîma Baasê hate derxistin, Koalîsyonê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bajêr ji xwe re bike navend. Lê ji ber ku nerazîbûna Cebhet El-Nusra û Hikûmata Tirkiyeyê, Koalîsyon ji daxuyaniya xwe vegeriya û got ku tu niyeta wan ku Idlibê bikin navend û vegerin Sûriyeyê tune ye. Ev jî tê wateya ku koalîsyon li gorî daxwazên El-Nusra û Tirkiyeyê tevdigere.

Di 7’ê Tîrmeha 2015’an de serokê koma bi navê Meclîsa Turkmenên Sûriyeyê Ebdilrehman Mustefa di civînekê de ku li bajarê Dîlokê hatibû lidarxistin, ragihand ku wê hêzeke leşkerî ya serbixwe di hundirê Sûriyeyê de ava bikin û dê li hemberî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şer bike. Ev yek helwesta Tirkiyeyê ya dijminahiya gelê Kurd eşkere dike û li ser ekranên televizyonan vekî diyar kir ku ew tu carî bi rêveberiyeke kurdî li Rojava qebûl nake.

Gelo ev hêza ku bi destên hikûmeta Tirkiyeyê tê avakirin, dê alîkariya xwe ji qada herêmî werbigire? Nîşana vê yekê jî ew e ku hikûmeta Tirkiyeyê wekî lîstokekê hin endamên DAIŞ’ê yên di hundirê Tirkiyeyê de girtin. Pirsa herî girîng gelo helwesta Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê li hemberî vê hêza hatiye avakirin çi ye?

(jh/ra)

ANHA