Miştenur bi rengên kesk sor û zer xemilî
A+
A-
KOBANÊ – Piştî rizgarkirina Girê Miştenur ji çeteyên DAIŞ’ê, aleke kesk, sor û zer ku 75 metre dirêj e li ser gir hate daliqandin.
Girê Miştenûrê ku cihekî stratejîk e û li ser tevahiya navenda Kobanê serweriyê çêdike, ji bo welatiyên Kobanê di heman demê xwedî wateyeke sembolîk e jî. Şêniyên bajar her sal cejna vejînê Newrozê li ser vî girî pîroz dikin, lewre jî rizgarkirina Miştenûr ji bo wan cara duyemîn tê wateya vejîn û azadiyê. Ji ber vê yekê ye ku welatiyên Kobanê jî, bi armanca ku girêdana xwe ya bi azadiyê re nîşan bidin, alake mezin li ser gir daliqand. Ala kesk, sor û zer ku 75 metre dirêj e, îro bi stûrên li ser gir ve hate daliqandin. Al ji her alî ve bi rehetî tê dîtin.
(ekip/aq)
ANHA
Bêjeyên Miftehî miştenur,bi,rengên,kesk,sor,û,zer,xemilî